Newroza Azadiyê di agirê xwe de veşartî ye

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Rûken Jîrkî li ser wate û girîngiya Newrozê ji ANF'ê re nivîsî.

Newroz di serî de li Rêberê me yê ku jiyan ji nû ve afirand, li jinan, gelê Kurd, xelkê me yê mexdûrê erdhejê, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz be.

Ya ku bi gotina berê tê pênasekirin ew rastî ye ku ji me re qala me dike. Zarokên Kurd ew mirov in ku bersiva herî baş ji bo rabirdûyê didin. Bersiv balkêş e. Çirûskek e ku bi Kawa destpê kir, bi hêviyê mezin bû, bû sedema berxwedan û vejînê. Dîrok çavê sêyemîn e; li kîjan alî bê temaşekirin jî rastî bi şênberî li ber çavên me ye. Mifteya ketina derya rastiyê ye. Rêya ber bi rastiyê ve ye.

JIN JI XWELIYÊN XWE AFIRÎN Û BÛN HÊVÎ

Adar meha agir e, hêviyê ye, berxwedan û vejînê ye. Meha jinûve biwatebûna hebûnê ye. Gava ku mirov bala xwe dide ser dîrokê, dibîne ku di 8'ê Adara 1857'an de li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) jinên li febrîqeya Cotton dixebitîn ji bo şermezarkirina şert û mercên giran dest bi grevê kirin. Kapîtalîzm nikare xwe li berxwedanê rabigire. Sermayedarên ku çav li berxwedana jinan ketin, bi şewitandina jinan ew mehkûmî mirinê kirin. Li Ewropayê jî bi rengekî nûjen nêçira pîrhevokan dane destpêkirin. Nêçira pîrhevokan çi bû, kî bû pîrhevok, ji kê re pîrhevok digotin? Ev hemû pirsgirên li benda bersivê ne. Şîfakarên, jinên kedkar, fedakar, karkerên malê û afirînerên jiyanê bûn ku dewama xwedawendên me bûn. Ji wan re pîrhevok digotin, ji ber ku afirînerên esasî yên jiyana polîtîk-exlaqî bûn û lêgerînerên rastiyê, şopdarên çiyê bûn. Ji wan hebû ku wê bi şewitandina jinê jinan biqedînin. Lê belê xwe şaş kirin. Jinan xwe ji xweliya xwe afirandin û ji vê serdemê re bûne ronahî. Lewma 8'ê Adarê girîng e û wateya xwe tenê bi rojekê nikare bê vegotin. Jin û bihar, jinûve şînbûna jiyanê, pêşkêşkirina xaka bi bereket. Bedewiya wateyê di vir de ye. Lewma ne 8'ê Adarê yê nava wê hatiye valakirin, divê xwedî li vê rojê bê derketin ku hişmendiya jinê ya li dora jiyana exlaqî-polîtîk hatiye afirandin bê esas wergirtin.

JI BO RIZGARIYÊ AGIR GUR DIKIN

Agir navê pîroziyê ye, pîrozmendiyê ye; ronahiyeke rastiyê ye ku bi şewitînê bi xwelîbûnê hatiye afirandin. Agir di nava Kurdan de her tim bûye navê pîrozmendiyê ye. Xwepakirin e, afirandina jiyaneke nû ye. Agirê Kawayê Hesinkar serketinê, rizgariyê, azadiyê îfade dike. Agir dîtina xwe ye, nirxandina xwe ye. Eynik e, ji bo me ya herî bi pîvan e. Nîşaneya herî girîng a azadiyê ye. Destpêk e.

Kawayê Hesinkar beriya 2723 salan agirê rizgariyê li ser girên bilind vêxist û weke mîrate ji me re hişt. Niha jî zarokên agir û rojê şopdarên wî agirî ne, rêwiyên rêya rizgariyê ne. Ew rêwî ji bo rizgariya gelekî, ji bo rizgariya gelan wî agirî her gur dikin. Ji bo wate û hebûna wî agirî careke din ji bîr neçe. Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan sê derbikên niftikê weke sembol vêxistin. Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî û Bêrîvan bedena xwe kirin agir û Newroz pîroz kirin. Newroz di bedenê de hate pîrozkirin. Ya ku li wir şewitî ne tenê bedena mirov bû. Di wê bedenê de dîrok, berxwedan, vejîn, hebûn veşartî ye. Ne pîrozbahiyeke ji rêzê ye, di wir de fedakirina canê xwe veşartî ye. Hate gotin ku wê agirê Newrozê bê dadan û ev yek bi ser hate xistin. Diviyabû agir bihata vêxistin... Azadî di pêketina agir de timî veşartî ye. Rêber Apo ji bo Ronahî û Bêrîvan got, 'Eger azadî hêsan bûya, Ronahî û Bêrîvan xwe nedişewitandin'. Azadî ya nehêsan e. Bû sembola serhildan û berxwedanê ku ji îro re hate hiştin. Lewma Newroz hem bi govend û tilîliyan tê pîrozkirin hem jî dibe stranek ji bo mezinkirina berxwedanê. Adar destpêka biharê ye, di heman demê de destpêka berxwedanê ye. Newroz agireke ku bi hişmendiya neteweyî tê vêxistin. Gelê Kurd, hişmendiya Kurdîtiyê nîşan dide. Agirê ku Kawayê Hesinkar vêxist, ne tenê ji bo wê rojê, her wiha hebûna gelekî ya bi sedan salî ronî kir.

DESTMALÊN XWE ŞEWITANDIN Û SERÎ HILDAN

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gel êdî xwe lê rabigire. Hêrsa xwe ya bi salan di şexsê Jîna Emînî de belav kir. Bû hêvî, dengê lingê şoreşê xwe da hîskirin. Jinan di vê berxwedanê de li dijî rejîmê destmalên xwe avêtin nava agir û serî hildan. Li wir jî şewitandina destmalan xwedî wateyeke gelekî girîng e. Tê gotin, 'Em li ber te û sîstema te radibin, em li ber xwe didin'. Bi agir serî hildan. Dewleta ku nekarî xwe li vê berxwedanê rabigire li 138 dibistanan jehr da 5 hezar zarokên keç û xwest pêşî li vê serhildanê bigire, lê ew bi xwe jî zane ku nikare bi ser bikeve. Rastiyeke bi vî rengî ya gel heye ku her roj li hemberî darvekirinê li ber xwe dide. Ev gel wê nesekine.

JI BO AZADIYÊ BERDÊL DIVÊ, BERDÊL TÊ DAYIN

Ev serdem bi hêsanî nehate afirandin. Dîrokê her tim berdêl dixwest û her tim berdêl hate dayin. Ya ku ne bi hêsanî ye ya herî bedew e. Azadî jî ya bedew e, berdêla vê jî timî giran bû. Li cografya Kurdistanê û Rojhilata Navîn her tim bi dayina berdêlan hin tişt hatin qezençkirin. Bêguman yê ku wateya her tiştî jinûve afirand û bi wate kir Rêberê me bû. Jinê hebûna xwe, Kurdan nasnameya xwe, gelan reng û nasnameya xwe bi Rêbertî fêhm kirin. Şehîd Sema Yuce dema ku bedena xwe şewitand gotibû, 'Ez dixwazim di navbera 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de bibim pirek'. Dema ku bilindahiya vê mehê, bedena xwe di agir de şewitand, hişmendiya jinbûyînê gihand Newrozê û nîşanî me da. Em jî weke berxwedêrên jin, bi vê têgihiştinê xwe nêzî agirê Newrozê bikin û berxwedanê her tim ji xwe re bikin esas.

EM Ê HER TIM AGIRÊ NEWROZÊ DADIN

Bihar wê bê, li dijî her Dehaq ên zalim wê her tim Kawa jî rabin. Bûyîna şopdarên rastiyê, Kawabûyînê ferz dike. Heta ku Kawa hebin wê Dehaq di tarîtiyê de bê veşartin. Rêberê me Kawa, Manî, Zerduşt ê demê ye. Em jî weke gerîlayên Modernîteya Demokratîk di şerê hebûnê de em ê her tim agirê Newrozê dadin. Weke periyên parêzvanên çiyê em ê her tim bibin lêgerînerên rastiyê. Agirê Newrozê wê her tim ji bo berxwedan û serhildanê geş bibe.

Gel û gerîla her tim di nava têkiliyeke sîmbiyotîk de li ber xwe dane. Newroza 2023'an wê bi dirûşma 'Her der Newroz, her dem azadî' bi xurtî bê pîrozkirin û hesab ji dijminê xwînxwar û mêtinger bê pirsîn. Em di wê baweriyê de ne ku jin û ciwan wê di çarçoveya vê dirûşmê de pêşengiyê bikin. Di vê pêvajoya zehmet de gelê me wê bi piştevaniyê dijmin têk bibe. Haya jinan ji vê heye û divê pêşengiyê ji Newrozê re bikin."