Newroza Amedê bersiv da Erdogan: Em ê bi ser bikevin!
Li qada Newrozê ya Amedê, ku bi rengên kesk, sor û zer xemiliye, cejna vejînê ji aliyê bi sed hezaran kesî ve tê pîrozkirin. Dirûşma 'NA' ya ji bo referandûmê, li qada Newrozê deng vedide.
Li qada Newrozê ya Amedê, ku bi rengên kesk, sor û zer xemiliye, cejna vejînê ji aliyê bi sed hezaran kesî ve tê pîrozkirin. Dirûşma 'NA' ya ji bo referandûmê, li qada Newrozê deng vedide.
Qada Newrozê ya Amedê, ku pîrozbahî bi dirûşma "Em ê teqez bi ser bikevin" tê lidar xistin û tê payîn zêdeyî mîlyonek mirov tevlî bibin, ji niha ve tijî dibe. Ne tenê ji navenda bajêr, her wiha ji hemû navçeyan, bajarên derdorê, metropolan û ji derveyî welat jî welatiyan berê xwe dan qada Newrozê ya li navçeya Baglarê.
Ji ber ku qeyûm nahêle seferên zêde yên otobusan ber bi qadê ve bê kirin, gel li herêmên cuda yên bajêr wesayît kirê kirin û hatin qada pîrozbahiyê. Her wiha gelek ji welatiyan jî bi peyatî xwe gihandin qadê. Hê jî girseya gel ber bi qadê ve tê.
Xwendekaran jî gotin, "Îro ne roja dersê ye" û kom bi kom hatin parka Newrozê.
Parka ku ev bi rojana tê amadekirin bi rengên kesk, sor, zer û flamayan hate xemilandin û ji bo agirê Newrozê were vêxistin 20 ton dar anîn. Piştî lêgerînên ku bi saetan dom kirî, gel saet 09.30’an derbasî qadê bû. Piştî ku derî vebûn gel li ber deriyan kete ser hev. Gel bi piranî ji ciwanan pêk dihat û dirûşma ‘’Bijî Serok Apo, Ciwan fedaîyên Apo ne’ berz kirin.
Ciwan bi meşê hatin Newrozê, bi stran û dirûşman govend girêdan. Li gel provakasyona polîsan jî gelê Baxlarê bi paş ve gav neavêt û hate qadê. Polîsan bi gaz û avê êrîş kir û gel jî bi ‘’Bijî Serok Apo’ bersiv da û kete qadê. Gelek kes hatin binçavkirin.
Gel peyama ‘’na’’ da û flamayên ‘’NA’ hejandin.
Ji ber ku tenê di destpêka parkê de gel kete qadê doreke dirêj çêbû. Li qadê kesk û sor, zer li ba dibin û flamanên ‘na’ jî. Gel li ber stranên Newrozê govendê digire.
Li pişt platformê nûçegihan hene û bi kûçikên li bombeyan digerin li hemû malzemeyan nerîn û wiha nûçegihan derbas kirin.
Endamên Amedspor Komeleya Berxwedanê jî bi girseyî hatin qadê. Alîgiran ‘’di berxwedanê de xêr heye (na heye)’ berz kirin, sirûd gotin û rengên xwe diyar kirin.