Newroz bi rengekî cuda li Minbice hat pîroz kirin
Piştî 4 salan cara yekemîne ku pêkhateyên Mibic bi dirûşma ' bi rûhê Newrozê ber bi avakirina netewek demoqratîk' ve li hev kombûn.
Piştî 4 salan cara yekemîne ku pêkhateyên Mibic bi dirûşma ' bi rûhê Newrozê ber bi avakirina netewek demoqratîk' ve li hev kombûn.
Apê Îbrahîm Îlyas ê ji pêkhateyê Erebe bi temenê xweyî 60 salî cara yekemîne Newroze pîroz dike, ew jî wek hemo pêkhatiyên bajarê Minbicê tevî malbata xwe di sibehê de berê xwe dide cihê şahiya Newrozê.
Apê Îsyas wiha got: "Ji kevin ve navê Newrozê me ji dûr ve dibihîst, lê her tim rêjîma Baasê, em ji pêkhatiyên xeyînî Ereban ditirsandin."Îlyas di dewama axaftina xwe de ev tişt got: “ Piştî me zilma ji destê DAIŞ’ê dît û bajarê me ji wan rêzgar bû, êdî çavên me ji pir tiştan re vebû."
Apê Îsyas bi kelecanekî pir mezin destnîşan kir ku ketine serdemekî nû û ev ser dem jî weke serdema azadî û demokrasiyê bi nav kir.
Di Newroza Minbicê de weke pêkhatiyên xwe hemû reng têde diyar dikir, ji çil û bergên Kurdî, Erebî, Çerkesî, Tirkman heta axaftinên xwe rengên cuda dan Newrozê.
Bajarê Minbice 15'î tebaxa 2016'an hêza QSD ji çeteyên DAIŞ rêzgar kir û di 12 vê mehê de meclîsa xwe ye demoqratîk û rêveberiya xwe ilan kirin.
"rozê, apê ILIYAS ji me re got: ye, ew jî wek hemo pêkhatiyên bajarê minbice di sibehan de berê xwe dide cihê şahiya newrozê,