Neviyê Seyîd Riza li Dersimê hate veşartin

Neviyê Seyîd Riza Rûstem Polat ku li Elmanyayê çûbû ser dilovaniya xwe li gundê Pîxamî yê navçeya Dersimê Xozatê hate veşartin.

Rûstem Polat ê 70 salî 8'ê Çile li bajarê Maînzê yê Elmanyayê bi krîza dil çûbû ser dilovaniya xwe. Cenazeyê Polat li ser qewîtiya wî li gundê Pîxamî yê Xozatê hate veşartin.

Bi hewldana zarokên Polat cenaze pêşî ji Elmanyayê anîn Xarpêtê. Cenaze piştre ji Cemevî ya Yildizbaglar a Xarpêtê hate standin û birin gundê Pîxamî. Li têketa gund leşkerên Tirk vîrûsa koronayê kirin hincet û ji bilî malbatê nehiştin ku kesek tevlî merasîma cenaze bibe.

Polat bi merasîma cenaze li goristana gund hate veşartin.