BI DÎMEN

'Nêrînên Ocalan ji bo aştiya li Rojhilata Navîn girîng e'

Endamê Delegasyona Navneteweyî Federîco Ventûrînî diyar kir, armanca wan a sereke dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, divê tecrîda li ser Ocalan derhal bê rakirin.

Heyeta Ewropayê, ku ji gelek parlamenter, akademîsyen û rojnamevanan pêk tê, ji bo serdana Îmraliyê bike û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûnê, hat Amedê. Endamên heyetê di çarçoveya lêkolînan de li Amedê bi nûnerên Tevgera Siyasî ya Kurd, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtinan pêk tînin. Di heyetê de Wekîlên Parlamenta Ewropayê Costas Mavrîdest û Julie Ward, wekîlê berê yê Parlamenta Ewropayê Francîs Wurtz, ji Meclîsa Parlemanter a Konseya Ewropa Mîren Edûme, Gorroxategî û Ulla Sandbaek, Wekîlê Berê yê Parlamenta Îzlandayê Ogmundur Jonasson, nûçegihanê giregir ê derve yê The Guardîan, Jonathan Steel, Serokê Komîsyona Dadmendî û Aştiyê Peter Joe Ryan, Endamên Desteya Şêwirmend a Enstîtûya Ekolojiya Civakî ya Navneteweyî Dîmîtrî Roussopoulos û Federîco Ventûrînî û Hîndekarê Zanîngeha Cambrîdge Thomas Jeffrey Mîley hene. Endamê heyetê Federîco Ventûrînî der barê serlêdana wan a Tirkiyeyê û çavdêriyên wan ên herêmê de ji ANF’ê re axivî.

'RAMANÊN OCALAN BANDORÊ LI ROJHILATA NAVÎN DIKE'

Ventûrînî da zanîn ku armanca serdana wan a Tirkiyeyê, ji bo dîtina Abdullah Ocalan e û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Rêzdar Ocalan li Îmraliyê di nava tecrîdek şidandî de tê hiştin. Di vê pêvajoyê de dewlet bi ti awayî naxwaze Ocalan xwe bigihîne gelên Kurdistanê û Tevgera Kurd. Bi ti awayî agahî jê nayê girtin. Gelên Kurdistanê û Tevgera Kurd Ocalan weke Rêberê xwe û îradeya xwe ya siyasî dibîne. Nelson Mandela ji bo gelên Afrîka Başûr bê çi wateyê, rêzdar Ocalan jî ji bo gelên Kurdistanê tê heman wateyê. Li Tirkiyeyê dema hevdîtin bi Ocalan re pêk tên ne tenê bandorê li çareserkirina pirsgirêka Kurd dike, hevdîtinên bi Ocalan re bandorê li aştiya tevahiya Rojhilata Navîn dike. Ji bo vê yekê divê demildest û ji nûve bi Ocalan re hevdîtin pêk bên. Divê di van hevdîtinan de nûnerên siyaseta Kurd û rayedarên dewletê jî hebin. Dema ku tecrîd li ser Ocalan sivik dibe û rêyên diyalog û nîqaşê vedibe, wê demê li Tirkiyeyê li ser aştiyê tê axaftin. Li aliyê din dema ku tecrîd li ser Ocalan giran dibe li Tirkiyeyê jî şer giran dibe. Dema ku em li Tirkiyeyê dinêrin, em dibînin ku li bajarên Kurdistanê şerekî navxweyî heye."

'TIRKIYE RAPORA CPT QEBÛL NEKIRIYE'

Ventûrînî bal kişand ser serdanên heyeta Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) li greva Îmraliyê û got: "Pêwîste em di destpêkê de li nêzîkatiyên CPT û Welatên Ewropa binêrin. CPT û Welatên Ewropa li dijî tecrîd û neheqiya li ser Ocalan tê ferzkirin, bêdengin. Li gorî qanûna CPT eger li welatek biyanî lêkolînan bike, CPT neçare ku rapora wê lêkolînê bi raya giştî re parve bike. Lê belê li aliyê din eger ew welat wê raporê erê neke jî, CPT nikare wê raporê eşkere bike û divê ew welat jî di heman nêrînê de be. Ev jî tê wê wateyê Tirkiyeyê rapora CPT qebûl nekiriye. Piştî serlêdanê me bi heyeta CPT re hevdîtin kir û me xwest der barê rewşa Ocalan de agahiyan bigrin. Lê belê CPT ti agahî der barê rewşa Ocalan bi me re parve nekir. Eger CPT heta niha rapor eşkere nekiriye, di vir de para welatên Ewropa heye û divê li ser vê yekê welatên Ewropa zextê li CPT û Tirkiyeyê bikin. Sedema ku Welatên Ewropa bi ser Tirkiyê de naçe jî, gefên Tirkiyê yên penaberan e."

'JI GUHERTINÊN LI TIRKIYEYÊ MATMAYÎ DIMÎNIN'

Ventûrînî li ser rewşa siyaseta Tirkiyehê jî sekînî û wiha axaftina xwe dom kir: "Di siyaseta Tirkiyeyê de veguherînên lezgîn pêk tên û em jî ji vê yekê gelek matmayî dimînin. Em ji van guherînên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi fikranin. Li Tirkiyeyê bi lezgînî şer kûr û bilind bû. Her wiha hewldana darbeyê pêk hat û demek dirêj e Rewşa Awarte heye. Ev hemû mejiyê mirovan tevlîhev dike. Ji bo em vê rageşiya li Tirkiyeyê lêkolîn bikin em weke heyetek ji 13 kesan pêk tên hatin Amedê û em hevdîtina pêk tînin. Em ev rewş ji gelek kesan pirsî û heman bersiv hatin dayîn. Xuya ye, piştî hewldana darbeyê li Tirkiyeyê zext û zordariya li ser gel derketiye asta herî bilind. Ev tê wê wateyê bi hinceta darbeyê û firsenda Rewşa Awarte Kurdan û tevahiya muxaleftê bêdeng bikin. Dema ku em li qeyûm, saziyên hatine girtin, kesên ji kar hatine derxistin û rewşa çapemeniyê dinêrin, em dibînin ku di hedefa dewletê de ne Cemaeta Gulen, di hedefê de tenê Kurd hene."

'EM DI NAVA FIKARAN DE NE'

Ventûrînî bal kişand li ser pêvajoya referandûmê û wiha ev tişt got: "Tirkiye di nava şerek kûr yê desthilatdariya şexsî de ye. Ji bo rêveberiya şexsî, Kurdên li dijî vê derdikevin yek bi yek têne girtin û wan davêjin girtîgehan. Ji xwe guhertina qanûna bingehîn jî dixwazin biryarê bidin tenê şexsekê û her tiştî di şexsekê kom bikin. Em di vê pavojoyê de çûyîna referandûmê gelek xeter dibînin û em di nava fikran dene. Ji ber ku di nava şert û mecên Rewşa Awarte de kampanyayên 'Na' nikare bê kirin û ji vê rewşê dixwazin sûd bigrin. Li welatek siyasetmedar werin girtin û binçavkirin wê referandûmek çiqas bi edalet be."

'EM Ê KAMPANYA BIDIN DESTPÊKIRIN'

Ventûrînî di dawiya axaftina xwe de got ji bo hevdîtina bi Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattin Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî serî li Wezareta Dadê dane û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji bo Rêzdar Ocalan, hem jî ji bo Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattin Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag serlêdan kir.  Lê belê heta niha ti bersivek erînî nehatiye. Daxwazên me daxwazên herî rewa ne, em hêvîdar in dewleta Tirkiyeyê serlêdanên me qebûl bikin û em van hevdîtina pêk bînin. Eger serlêdanên me neyên qebûlkirin, dema em vegerin em ê bi rêbazên cuda kampanya bidin destpêkirin. Em ê hemû çavdêriyên xwe yên li Tirkiyê bi raya giştî re parve bikin."