Nerazîbûna li dijî xestpkirina şaredariyan dewam dike

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amed ragihand desteserkirina şaredariyan û destgîrkirin tê wateya dijminahiya Kurdan.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amed têkildarî xespkirina şaredariyên HDP’ê û desgîrkirina hevşaredaran daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî şewba vîrûsê AKP bi hişmendiyeke ya rêveberiya hê zêdetir otorîter xwestiye pêvajoyê vegerîne fersendê û bi qeyûman şaredariya Êlih, Farqîn, Lice, Erxanî, Norşîn, Gêl, Xelfetî û Gokçebagê dagirkiriye. Hate diyarkirin ku di rojeke wiha de desteserkirina 8 şaredariyan tê wateya belavbûna vîrûsa nebûna demokrasiyeke tendurist a li welat.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku destgîrkirin tê wateya mudaxeleya li ser jiyana demokratîk û wiha hate gotin: “Tê wateya êrîşeke herî giran a li ser mafê hilbijartin û vebijartina ya yek ji xisûsa nebe nabe ya demokrasiyê ye. Tê wateya êrîşkirina ser jiyana civakî. Êrîşeke cidî ye li ser krîterên dewleta hiqûqî. Em sendîkayên Amed û rêxistinên kedê û pîşeyî carekî di bang li desthilatê dikin. Di dîrokeke wiha de ku bi milyonan li malên xwe ne, hê zêdetir girêndanên civakî texrîb nekin. Dev ji dijminahiya Kurdan berdin. Demildest dev ji pêkanînên Rewşa Awarte û polîtîkayên qeyûman berdin. Dest nedin vîna gelan.”