Nehiştin jin û rojnamevan tevlî rûniştina doza tecawizkar Orhan bibe

Rûniştina doza darizandina çawişê pispor ê Tirk ê tecawizkar Mûsa Orhan dest pê kir. Lê belê destûr nehate dayin ku jin û rojnamevan tevlî rûniştinê bibin.

Çawişê pispor ê Tirk Mûsa Orhan ku dest avêt Îpek Er û bû sedema xwekuştina Îpek Er, ji sûcê "êrişa zayendî ya giran" tê darizandin. Rûniştina 2'emîn a dozê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê pêk tê.

Malbata Îpek, parêzerên Baroyên Sêrt û Êlihê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxên Sêrt û Êlihê û Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) tevlî bûn.

Rojnamevanan xwestin rûniştina dozê bişopînin lê belê destûr nedan wan. Polîsan diyar kirin ku Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê ferman daye ku divê rojnamevan nekevin edliyeyê.

Nûnerên Meclîsa Jinê ya HDP'ê û Tevgera Jinên Azad jî nekarîn tevlî rûniştinê bibin.

Rûniştina dozê dewam dike.