Nêçîrvan Barzanî bû Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî yê ku birazê û zavayê Mesût Barzanî ye, bû serokê nû yê Herêma Kurdistanê. YNK’ê boykot kir.

Li parlementoyê ji bo hilbijartina serokê nû yê Herêma Kurdistanê ya Federal deng hate dayîn.

Serokwezîr Barzanî 68 deng stend. Li parlementoyê 111 kursî hene û 88 parlementer amade bûn. YNK’ê ev rûniştin boykot kir.

Nêçîrvan Barzanî bû serokê duyemîn.

Di navbera salên 2015-2017’an de Mesût Barzanî ev peywir pêk dianî. Ligel ku peywira wî qediyabû, demeke dirêj peywir domand. Di dawiya sala 2017’an de di referandûma serxwebûnê de ‘erê’ derket lê Kerkûk di serî de gelek cih ji destê wan çû. Piştî vê referandûma ku rê li ber windahiyên siyasî vekir, Mesût Barzanî bi awayekî ‘fermî’ dev ji peywirê berdabû.

Piştî ku di sala 2006’an de PDK û YNK’ê li ser yekîtiya desthilatdariyê li hev kiribûn, Nêçîrvan Barzanî bûbû Serokwezîr. Piştre Berhem Salih ê YNK’ê bûbû Serokwezîr. Nêçîrvan Barzanî sala 2012’an de dîsa bûbû serokwezîr.