Navenda Parastina Gel pîrozbahî da

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, çalakiya ku 21'ê Tebaxê li Qilebanê ya Şirnexê di navbeyna gundên Akir û Osyan de pêk hatin pîroz kir. Fermandariyê hemû fermandar û şervanên di vê çalakiyê de cih girtine pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), bi peyamekê Fermandariya Eyaleta Botanê pîroz kir. Fermandariya Biryargehê di peyamê de wiha got:

''21'ê Tebaxê çalakiya li Qilebanê ya Şirnexê ya di navbeyna gundên Akir û Osyan de ku bi vê çalakiyê wesayitên zirxî yên artêşa TC'ê ya dagirker hatibû kontrolkirin û kirin hedef û îmhakirin, taktîkeke serkeftî ya çalakiyê ye. Li qadeke wiha ku dijmin pir bi xwe ewle bû û li gel teknolojiya zêde ya ku bi kar tînin, ro bi nîvro, bêyî ku windahiyekê bidin ev çalakiye ku bûyî derbeke giran, rajorbûna taktîka gerîla nîşan dide. Ev çalakî li dijî derewên Medyaya şerê taybet a ku bi kontrola Serekerkaniya Giştî ya TC'ê û AKP'ê de ye, ku dibêjin li çiyayên Kurdistanê hêzên me nemîne, bersiveke mezin a bi çalakiya taktîkî ye, xwedî wê wesfeyê ye ku dijmin têk dibe. Artêşa dagirker vê têkçûnê, bi şerê taybet a li djî gel, dixwaze windahiyên xwe veşêre.

Bi vê çarçoweyê, em hemû fermandar û şervanên ku di vê çalakiyê de cih girtine bi hezkirin û rêzdarî slav dikin, bi bendewariya ku ev performans ku hatî zevtkirin bi rengekî bêhtir karîger were geşkirin, serkeftina mezin ji we re dixwazin.''