Navenda Parastina Gel Fermandariya Eyaleta Serhedê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, Fermandariya Eyaleta Serhedê pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel peyamek weşand û Fermandariya Eyaleta Serhedê pîroz kir.

Peyama fermandariyê wiha ye:

"Li eyaleta we, di dema operasyona berfireh de ku 2'ê Cotmehê di encama xiyanetekê de dest pê kir û heta 27'ê Cotmehê dewam kir, berxwedana ku hêzên we yên eyaletê nîşan dan, serketineke girîng e. Rûpelekî nû li dîroka têkoşînê ya Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê zêde bû ku bi lehengiyan dagirtî ye.

Beriya her tiştîem hevalan hemûyan û hêza we ya fermandariyê silav dikin ku di vê pêvajoya operasyonê de bi îradeyeke xurt bersiva pêwîst da dijmin û bi xurtkirina berxwedanê xeta xiyanetê perîşan kir.

Dewleta Tirk a qirker mêtinger ku li pêşberî gerîla bi rengekî dîrokî têk diçe, salên dawî xwe dispêre teknîk û îstîxbaratê û bi vî rengî hewl dide vê têkçûna xwe binixumîne. Aliyekî din ê vê hewldanê jî şerê psîkolojîk ê taybet e. Weke encama vê hewldanê jî timî 'tasfiyeya gerîla' tîne ziman û ji bo vê yekê pêk bîne, çi jê tê dike. Lê belê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi xeta serdema nû ya gerîla, bi taktîkên afirîner, bi liv û tevgera xwe û rêbaza çalakiyan daxwaza dewleta Tirk a dagirker di ber de dihêlin.

Hêzên we yên eyaletê, li dijî operasyona berfireh a ku mehekê dewam kir, bi berxwedana xwe ya li Glîdaxê û performansa ku nîşan dan, êrişên dijmin ên ji hewa û bejahî v hemû pûç kirin. Hêzên dijmin ku hîn di rojên destpêkê yên operasyonê de ketin nava panîkê, li hev dan. Teknîk û îstîxbarata wan a ku gelekî propaganda wê dikin, li pêşberî rêbaza dema nû ya gerîla bêencam ma, lewma vê carî çekên kîmyewî bi kar anî û di encamê de cenazeyên xwe şewitand, lê dîsa jî nekarî encama dixwest bi dest bixe. Medya Tirk a derewîn û sextekar îdîa kir ku di vê operasyonê de 9 şehîdên me hene, lê belê di van çalakiyan de şehîdekî me jî çênebû ku ev yek serketina şênber a vê berxwedanê ye.

Cenazeyên dijmin ên hatin cezakirin li gel ewqas êrişan jî bi saetan di kontrola gerîla de man, çek û malzemeyên leşkerî ji ser wan hatin rakirin û vê yekê jî dagirker neçar hişt ku li kuştiyên xwe mikur bên. Artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî profesyonelî û rêbaza lêdanê ya xurt a Gerîlayên Azadiyê xitimî û bêçare ma, di dema operasyonê de neçar ma ku 3 caran hêzên xwe biguherîne. Ev berxwedana ku bi îradeya milîtanî ya Apoyî, bi hêrsa tolhildanê ya hevrêyên me yên şehîd û baweriya bi serketinê hate kirin, xeyalên mêtingeriyê yên dewleta Tirk a faşîst li çiyayên Serhedê têk bir, bevila dijmin bi erdê re kişand û derseke dîrokî da dagirkeran.

Em fermandar û hevrêyên şervan hemûyan ên tevlî vê pêvajoya berxwedanê bûne pîroz dikin û serketinê ji wan re dixwazin.

Em di wê baweriyê de ne ku hûn ê rêbaz û taktîkên Gerîlayên Modernîteya Demokratîk bi rengekî afirîner xurt bikin, bi vî rengî mohra xwe deynin binê serketinên mezin. Di serî de fermandariya we û di şexsê fermandariya we de Hêzên Eyaleta Serhedê hemûyan silav dikin, bi hestên şoreşgerî serketinê ji we re hêvî dikin."