Navên leşkerên ku mirina wan tên veşartin, hatin eşkerekirin

Navên leşkerên ku di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed de hatin cezakirin, hatin eşkerekirin û dîmenê kel û pelên wan hate weşandin.

Dîmenên Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed di Gerîla TV de weke sê beş hatibûn weşandin. Gerîlayan gelek çek û malzemeyên leşkerî yên ku li ser cenazeyên leşkerên Tirk rakiribûn, weşandin û derket holê ku artêşa Tirk windahiyên xwe diveşêre.

Çente û malzemeyên ayîdê hin leşkerên ku mirinên wan tên veşartin, vê rastiyê piştrast dikin. Gerîlayên ku çenteyên ayîdê leşkerên bi navê Samet Kûlaç, Mûstafa Akalp, Îsmaîl Yilmaz û Mucahît Gokyer desteser kiri, diyar dikin ku mirina van leşkeran tê veşartin.