Navê bavê wî yê şehîd lê hate kirin

Êzdîn Şoreş şervanekî YBŞ'ê bû ku ji ber bombardûmana balafirên şer ên Tirk tevî 3 hevrêyên xwe şehîd bû. Navê wî li kurê wî yê nû ji dayik bû hate kirin.

15'ê Çile li Şengalê dewleta Tirk bi balafirên şer êrîş anîbû ser Şengalê. Di êrîşê de 4 endamên YBŞ'ê şehîd bûbûn, ku yek ji wan Êzdîn Şoreş bû. Êzdîn Şoreş zewicî bû, kurekî wî hebû û hevjîna wî ducanî bû.

Hevjîna Êzdîn Şoreş kurê xwe ya dûyemîn anî dinya. Dayika Êzdîn Şoreş xwest navê kurê xwe Êzdîn Şoreş li neviyê xwe bike û navê Êzdîn Şoreş li zarokê nû hate dinê hate kirin.

Malbatên Şehîdan û Meclîsa TAJÊ çûne serdana malbatê.

Dayika Ezdîn Şoreş Nûrê Xidir ji bo neviyê xwe yê nûza wiha got: “ Di serî de ez hemû şehîdan bîrtînim. Em dayikên şehîdan nahêlin ku navê zarokên me ji bîr bibe. Me navê kurê min li neviyê min kir. Em ê tol û heyfa şehîdan hilînin. Ez îro serbilind im ku kurê min li ser rêka dînê xwe û ser axa xwe şehîd bû. Tu kes nikarê me tine bike û heta ku em sax bin em ê li pey doza şehîdên xwe bin û navê şehîdên xwe rakin û ev kurê kurê min e, wek kurê min Ezdîn Şoreş ê.”

Nûrê Xidir her wiha got,” Em ê tim şopdarê şehîdên xwe bin. Şehîd Ezdîn û hemû şehîd wê tim di dilê me de sax bin û ti caran nemirin.”

Endama Meclîsa TAJÊ Zehra Şemo, çû serdana malbatê û got, “ Em Malbatên Şehîdan û Meclîsa TAJÊ hatine mala Şehîd Ezdîn. Em ti caran şehîdên xwe ji bîr nakin. Em ê navê şehîdên xwe hilînin û her bi bîr bînin. Lı ser axa me keç û xort heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer kirine. Em ê her xwedî li berxwedaniya wan şehîdan derkevin. Heta ku em hebin em ê her dem şehîdên xwe bîr bînin û xwedî li wan derbikevin.”