NAV-YEK û saziyên wê êrîşa li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kirin

NAV-YEK û pêkhateyên wê êrîşa li ser Mexmûrê û Şengalê, ya bafirên şer ên Tirk ku di encamê de li Mexmûrê 4 jin şehîd ketin, şermezar kirin.

NAV-YEK û pêkhateyên wê êrîşa li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kirin
NAV-YEK û pêkhateyên wê êrîşa li ser Mexmûrê û Şengalê, ya bafirên şer ên Tirk ku di encamê de li Mexmûrê 4 jin şehîd ketin, şermezar kirin.
NAV-YEK û pêkhateyên wê; Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ), Kordînasyona Gundên Êzîdiya li Bakurê Kurdistan, Meclîsa Şengalê Derveyî Welat - MŞD, Navenda Çanda Êzîdxan- NÇÊ, Hevgirtina Ciwanên Êzîdi- HCÊ êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Mexmûrê û Şengalê şermezar kirin.

'ÊDÎ DEWLETA TIRK NE BI NAVÊ DAÎŞ'Ê BI NAVÊ XWE ÊRÎŞÊ TÎNE SER ÊZIDIYAN'

Di daxuyaniya NAV-YEK'ê û pêkhateyên wê de, erîşa li ser Şengalê û Mexmûrê ya şeva Pênçşemê û ji hêla balafirên ên şer ên dewleta Tirk ve şehîdbûna Mam Zekî Şengalî jî hate bibîrxistin û hate gotin, ''Bi van êrîşan rûyê rast ê dewleta Tirk derdikeve holê. Dewleta Tirk êdî ne bi navê DAÎŞ'ê lê rasterast bi xwe êrîşan tîne ser civaka Êzdayî. Ji ber ku pişta DAÎŞ a terorîst hate şikandin, plana tinekirina Êzîdiyan di nîvî de ma. Lewma dewleta Tirk a faşîst ji bo temamkirina fermanê, li ber çavên hikûmeta navendî ya Îraqê, hikûmeta herêma Kurdistan û çavdêriya Emerîka û Ewropa de, ketiye dewrê.''
Daxuyaniya NAV-DEM'ê û pêkhateyên wê wiha ye:

'DIXWAZIN ÊZÎDÎ JI XAKA XWE DERKEVIN'

Dewleta Tirk û hikûmeta AKP bi konsepteke nû dixwazin tevgera azadiyê tasfiye bikin û taybetî îrada civaka Ezdayî bişkin. Lewma jî di her milî de êrîşên tinekirinê zêde kirine. Ji aliyekî ve hemû cureyên şerê psîkolojîk tên bikaranîn, ji aliyê din ve operasyonê qirkirinê li dijî hêzên parastina gel û gelê Kurd roj bi roj berfirehtir dibin. Dewleta Tirk bi vê êrîşa xwe dixwaze bi taybetî di rojên wisa pîroz de vîna civaka Ezdayî, wan bê bawerî bike û perçe bike! Ji aliyên din ve bi taybetî navendên YBŞ û YJŞ bomberan dike. Dixwaze artêşa Êzîdiya ya xweparastinê weke YBŞ û YJŞ tine bike da ku Êzîdî ji xaka xwe derkevin. Divê em ji vê helwesta qirêj re şiyar bin. Li dijî van êrîşan em bê îrade namînin. Em ê hem li vê roja qedîm xwedî derkevin û hem jî dakevîn qada û li hemberî van êrîşan bê deng nemînin. Em ê ji her rojê bêhtir tekoşîna xwe ji bo azadiyê, wekheviyê û xwe birêvebirinê mezin bikin û ti car li hemberî zordar û xwînmijan serî netewînin!


BANG: LI HEMBERÎ VÊ HOVÎTIYÊ BÊDENG NEMÎNIN

Ji bo peşîgirtina qetlîamab divê di serî de civaka me ya Êzîdî û tevahiya gelê Kudîstanê bi hemû derfetên xwe li vê civaka resen xwedi derkevin. Serkeftinên li Rojava û Şengal, ku bi bedelên giran hatine avakirin, di çavê dijmin de kelem in. Weke NAV-YEK û saziyên wê em bang li gele xwe dikin li hemû qadên gele me le dijîn, bi seferberî tevbigerin, li hemberî vê hovîtiyê be deng nemînin. Rabin ser piya li hemberî dewleta Tirk  û hevkarên wê. Divê me bi giyana berxwedana Kobanêm Êfrîn û Şengalê bi rêka cangoriyên nemir weke Viyan, Arîn, tolhildan Berxwedan û Mam Zekî Şengalî li erkê xwe yê resen li Şengalê xwedî derbikevin!''