Nasnameyên gerîlayên li Amedê jiyana xwe ji dest dabûn hatin eşkerekirin

Nasnameyên 8 gerîlayên ku di şerê meha Adarê li Amedê qewimîn de jiyana xwe ji destdabûn hatin eşkerekirin.

Di daxuyaniya ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ve hate dayîn de, têkildarî jiyana têkoşîna gerîlayan agahî hatin dayîn.

Navenda HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da: “Di navbera 4’ê Adar û 20’ê Adarê de artêşa Tirk bi beşdariya hezaran leşkeran li Qada Şehîd Serxwebûn a bi ser Licê ya Amedê û li Şehît Remzî ya di navbera Licê, Pasûr, Dara Hênê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. Di vê operasyonê da ya ku hewl didan hemû hêzên îmha bikin, şer rûdabû, du komên me yên gerîllayan gihiştibûn şehadetê. Ji ber şertên zivistanê li gorî agahiyên piştrastkirî em nasnameya komek gerîllayên xwe eşkere dikin.”

HPG’ê di dewama daxuyaniyê de ev agahî parve kir:

“Heval Xebat (Fûat Çermîk) ê ku li hemberî faşîzmê stûyê xwe xwar nekir û giyanê xwe yê îsyankar di cîhana xwe ya fikir û giyanî de kiriye hêrseke mezin, jiyana xwe ya şoreşgerî ya 25 salan kiriye bîreke kûr û li hemû qadên rêxistibûyî daye jiyîn. Heval Xebat bi hiş û danheviyeke xurt wekî pirtûkxaneyekê di nava têkoşîna berxwedanê de cih girtiye. Heval Xebat ê ku zanîna xwe kiriye bîreke felsefî, bîra xwe kiriye hêzeke rêxistîbûyî û hêza xwe ya rêxistîbûyî jî dikir çalakî, bi jiyana xwe ya di nav têkoşînê de jî bûye hevalekî mînak.

Hevalên me Erhan (Edîp Yetut), Nalîn (Netîce Katar), Sarya (Semra Kûtlar), Zîlan (Belkis Sevîm), Sekvan (Serkan Yeler), Berxwedan (Bunyamîn Oncu) û Rodî ji roja ku beşdarî tevgera azadiyê bûne û heta şehadetê bi bîra azadiyê jiyane û reng û keda xwe ya bi qîmet li têkoşînê zêde kirine. Bersiva êrîşên faşîst ên li ser hebûn û azadiya me, bi berxwedana gerîllayan a li Bakurê Kurdistanê dane.”

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN

Nasnameya gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dabûn wiha ne:

Nasnav: Berxwedan Amed

Nav û Paşnav: Bunyamîn Oncu

Cihê Jidayîkbûnê:  Amed

Navê Dê û Bav: Zubeyde-Ahmet

Cih û Dîroka Şehadetê: Amed/4-20’ê Adara 2017

***

Nasnav: Erhan Sêrt

Nav û Paşnav: Edîp Yetut

Cihê Jidayîkbûnê: Sêrt

Navê Dê û Bav: Safiye-Refîk

Cih û Dîroka Şehadetê: Amed/4-20’ê Adara 2017

***

Nasnav: Nalîn Amed

Nav û Paşnav: Netîce Katar

Cihê Jidayîkbûnê: Amed

Navê Dê û Bav:Rindê -Mehmetcan

Cih û Dîroka Şehadetê: Amed/4-20’ê Adara 2017

***

Nasnav: Sarya Welat

Nav û Paşnav: Semra Kûtlar

Cihê Jidayîkbûnê: Wan

Navê Dê û Bav: Bedîha-Rasîm

Cih û Dîroka Şehadetê: Amed/4-20’ê Adara 2017

***

Nasnav: Sekvan Tolhildan

Nav û Paşnav: Serkan Yeler

Cihê Jidayîkbûnê: Mûş

Navê Dê û Bav: Turkan - Selahttîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Amed/4-20’ê Adara 2017

***

Nasnav: Xebat Lotûs

Nav û Paşnav: Fûat Çermîk

Cihê Jidayîkbûnê: Amed

Navê Dê û Bav: Ayşe-Mustafa

Cih û Dîroka Şehadetê: Amed/4-20’ê Adara 2017

***

Nasnav: Zîlan Rûken

Nav û Paşnav:Belkis Sevîm

Cihê Jidayîkbûnê:  Sêrt

Navê Dê û Bav: Meryem-Îbrahîm

Cih û Dîroka Şehadetê: Amed/4-20’ê Adara 2017

***

Nasnav: Rodî

Nav û Paşnav: -

Cihê Jidayîkbûnê: -

Navê Dê û Bav:-

Cih û Dîroka Şehadetê: Amet/4-20’ê Adara 2017