Nasnameyên 5 gerilayên ku jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin

Navenda Ragihandina HPG’ê, nasnameyê ya 5 gerîlayên ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane ragihand. HPG’ê di daxuyaniyê de got: ‘’Em şehîdên xwe yên ku di demên cuda de şehîd bûne bi hurmet bi bîr tînin’’

Navenda Ragihandina HPG’ê têkildarî gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane agahî da û wiha got: ‘’Gelê Kurdistanê yê ku hay jê heye pêvajoya têkoşînê ya şoreşgerî bi berdêlên mezin gav bi gav tê afirandin, ji bo vê berdêla rûmetî bûye xwedî wê helwestê ku her cure fedekariyê dike. Ev nirxên ku her sal bi ked û berdêlên mezin têne afirandin, bi vê helwesta pîroz a bêhempa derdikevin holê.

Heke şehîdên me yên ku afirînerê van berdêlên mezin in, ronkahiya xewn, roja me û siberoja me ne, peywira me ya dîrokî ye ku di her gavê em şehîdên xwe bi bîr bînin û bi bîr bixin.

‘PEYWIRA XWE BI LAYIQÎ PÊK ANÎN’

Hevrêyên me yên Adar û Nîsana 2013, 2014, 2015, 2016’an şehîd bûne; hevrê Bahoz (Mehmet Aslan), Çekdar (Seyîtxan Kaplan), Mahîr (Hakan Yalçin), Şervan (Mahsum Ozer) û Şiyar (Adnan Daban) barê têkoşîna şoreşê hilgirtine, di hemû qadên jiyanê de peywira ku ketî ser milê wan bi layiqî wê pêk anîne.

‘ÇEKDAR KESÊ LEHENG Ê GELÊ AMEDÊ BÛ’

Hevrêyê me Çekdar ku 2016’an di operasyoneke dijmin de şehîd bibû û ji hêla me ve hate zelalkirin, yek ji kesayetên leheng ê gelê me yê Amedê ye. Em hevrêyên xwe Bahoz, Mahîr, Şervan û Şiyar ku qezeyeke bêqidoş de me ji dest da bi bîr tînin, ji bo em soza xwe ya ku me dayî hemû şehîdan pêk were em diyar dikn ku em ê têkoşîna xwe bêhtir bibiryar bidomînin û bibin xwedî wê meşa biryardar.

Beriya Newrozê bi bibîranînê xwedîderketina li 5 gerîlayên me yên ku di demên cuda de me ew ji dest dane, wê bibe sedem ku em bêhtir hay ji peywira xwe ya dîrokê bibin ku wan bi dest me ve hiştine. Em diyar dikin ku em ê peywirên ku demê dewrî me kirine bihêztir û bibiryardartir pêk bînin û em ê bi baweriya serfiraziyê têkevine pêvajoya nû , em hevrêyên xwe yên ku şehîd bûne careke dî bi hurtmet bi bîr tînin.

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYÊN GERLAYAN

Nasnameyên gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Bahoz Faraşin

Nav û Paşnav: Mehmet Aslan

Cihê Jidayibûnê: Mêrsîn

Navê Dayik - Bav: Zarîfe - Bahattîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medayayê/ 25’ê Nîsana 2014

***

Nasnav: Çekdar Şax

Nav û Paşnav: Seyîthan Kaplan

Cihê Jidayibûnê: Wan

Navê Dayik - Bav: Vahîde - Seracettîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Amed /24’ê Adara2016

***

Nasnav: Mahîr Başkale

Nav û Paşnav: Hakan Yalçın

Cihê Jidayibûnê: Van

Navê Dayik - Bav: Naze - Mûzaffer

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medyayê/ 7’ê Nîsana 2015

***

Nasnav: Şervan Korkmaz

Nav û Paşnav: Mahsum Özer

Cihê Jidayibûnê: Mardin

Navê Dayik - Bav: Şukriye - Şehmus

Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim 13’ê Nîsana 2015

***

Nasnav: Şiyar Kobanî

Nav û Paşnav: Adnan Daban

Cihê Jidayibûnê: Kobanî

Navê Dayik - Bav: Sedîka - Derwêş

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medyayê /11’ê Adara 2013