Nasnameyên 3 şervanên Xezeba Firatê hatin eşkerekirin
YPG'ê, nasnameya 3 şervanên xwe yên ku di Pêngava Duyemîn a Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
YPG'ê, nasnameya 3 şervanên xwe yên ku di Pêngava Duyemîn a Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
Navenda Raghandina YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 3`yê şervanên YPG`ê ku di Pêngava Duyemîn a Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
YPG'ê bi bîr xist ku qonaxa duyemîn a pêngava rizgarkirina Reqa ku di 10`ê Kanûna 2016ʹan de li ser banga şêniyên bajarê Reqayê hatibû destpêkirin, didome. Pêngav, bi biryara Meclîsa Leşkerî ya Hêzên QSDʹê bi armanca têkbirina çeteyên DAIŞʹê hate destpêkirin.
Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî da:
"Di encama qonaxa duyemîn de 2 hezar û 480 km2 ku di nav de 197 gund û bi dehan gundik û girên stratejîk ji çeteyan hatin rizgarkirin. Di van gundan de şerên dijwar qewimîn, yek ji wan gundan, gundê Siwêdiya Biçûk bû. Çeteyên DAIŞ`ê di 15`ê Çileyê di êrîşeke dijwar anîn ser gundê Siwêdiya Biçûk. Li vir şer qewimî û şervanên me bersivên xurt da. Di şerê li vir de 3 şervanên me yên bi lehengî şer kirin û di têkbirina êrîşên çeteyan de rolek girîng lîstin, şehîd bûn.
Weke YPG û YPJ`ê, di serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdan û tevahî gelê Kurd re dixwazin. Heta dawiyê em ê şopdarê rêya şehîdan bin."
Nasnameya şehîdên YPG'ê yên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Brûsk Kobanê
Nav û Paşnav: Ferhad Hecî
Navê Dayikê: Şahîde
Navê Bav: Hecî
Cihê Jidayikbûnê: Gundê Çapen/ Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Siwêdiya Biçûk /Reqa- 15.01.2017
***
Nasnav: Mazlûm Kobanê
Nav û Paşnav: Ehmed Hisên
Navê Dayikê: Edla
Navê Bav: Sefer
Cihê Jidayikbûnê: Gundê Çort/Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Siwêdiya Biçûk /Reqa- 15.01.2017
***
Nasnav: Zinar Kobanê
Nav û Paşnav: Bozan Şêx Mihemed
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Şêx Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Gundê Birzinar/ Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Siwêdiya Biçûk /Reqa- 15.01.2017