Nasnameya gerîlayekî li Qûbînê şehîd bû hate eşkerekirin

Nasnameya gerîlayekî li navçeya Qûbîn a Êlihê destpêka meha Mijdarê di şer de şehîd bû hate eşkerekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî da û got, "1'ê Mijdara 2018'an li navçeya Qûbînê ya Êlihê, komeke ji hevalên me ku bi erka xwe radibûn li hêzên dijmin rast hat û şer qewimî."

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin: "Hejmara leşkerên dijmin ên mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin. Hevalê me Îbrahîm ê di vî şerî de heta fîşeka xwe ya dawî bi lehengî şer kir, şehîd bû."

Hate ragihandin ku nasnameya gerîlayê şehîd bûye, Botan Kayaalp bi nasnav Îbrahîm Sari yê ji Amedê ye.

HPG'ê li ser têkoşîna gerîlayê şehîd bû agahî da û got, "Li nava malbateke welatparêz û berdêldayî ji dayik bû. Hevrêyê me Îbrahîm hîn biçûkatiya xwe bi rastiya Kurdistanê hesiya û jiyana xwe li ser wê bingehê ava kirin ku hêjayî şehîdan be. Her ku mezin bû kîn û hêrsa wî ya li dijî dijmin min jî zêde bû. Hevrê Îbrahîm sala 2012'an tevlî nava refên gerîla bû. Li gelek qadên şer bi pratîkeke serketî rabû û bû şopdarê kevneşopiya fedayî. Ji bo tola şehîdan hilîne berê xwe da Qûbînê û li wir tevlî nava karwanê nemiran bû. Hevrê Îbrahîm ku eşqa Rêbertî her di dilê wî de bû, bi biryardarî bi ser wezîfeyên herî giran ve çû. Wezîfeya me ya yekane ye ku em têkoşîna wî bi ser bixînin. Bila serê malbata Kayaalp a welatparêz, tevahiya gelê me yê welatparêz sax be. Em ê xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin."