Nasnameya gerîlayê ku li Bestayê şehîd bûbû hate eşkerekirin

HPG’ê nasnameya gerîlayekî ku di 12’ê Tîrmehê de li Bestayê şehîd bûbû eşkere kir û got, “Hevrêyê me Rizgar, milîtanê pêşeng ê partiya me, bi îradeyek mezin, bi biryardarî û bi hişmendiya layiqî xeta şehîdan, têkoşiya.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Hevrêyê me yê hêja Rizgar Îdexî di 12’ê Tîrmeha 2023’an de li herêma Besta ya Botanê di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me Rizgar, kurê leheng ê Zagrosan û milîtanê pêşeng ê Partiya me, bi îrade, biryardarî û hişmendiya layîqê xeta şehîdan têkoşiya. Bi pratîka xwe ya serkeftî û hevaltiya xwe ya ji dil, li Botanê bû gerîlayekî mînak ê Apoyî. Hevrêyê me yê ku li herêma Kêla Memê û Besta ya Botanê gerîlatî kir, tevlî gelek çalakiyên ku derbên giran li dijmin hate xistin bû û li hemberî dijminê dagirker rola xwe bi cih anî. Hevrêyê me Rizgar ê ku dixwest bibe şopdarê hevrê şehîd Adil Bîlîkî ku yek ji fermandarên pêşeng ên Botanê bû û xwedî li mîrateya wî ya berxwedanê derkeve, bi tevlêbûn û helwesta xwe bû hevrêyên Adil, Gelhat, Nûda û Gulbahar.

Malbata hêja ya hevrêyê me Rizgar di serî de, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku di şexsê hevrêyê me Rizgar de em ê bîranîna hemû şehîdên şoreşê di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.

Nasnameya hevalê me Rizgar Îdexî wisa ye:

  Nasnav: Rizgar Îdexî

  Nav û paşnav: Sînan Arar

  Cihê jidayikûnê: Colemêrg

  Navê dê û bav: Meryem – Ramazan

  Dîrok û cihê şehadetê: 12’ê Tîrmeha 2023’an / Besta

Gelê me yê Colemêrgê ku weke çiyayên xwe serhildêr e û di tu dema dîrokê de li hemberî dagirkeran stûyê xwe xwar nekir û gelê me di jiyana azad de israr kir. Gelê me yê Colemêrgê niha jî çanda xwe ya berxwedanê didomîne û pêşengtiyê ji tevgera me ya azadiyê dike. Ciwan û jinên leheng ên gelê Colemêrgê berê xwe de çiyayan, ji bo azadiya gelê me di xeta fedaîbûnê de têdikoşin û dîroka me ya berxwedanê geş dikin.

Hevrêyê me Rizgar ku yek ji dilsozên vê xeta fedaî ye, li Colemêrgê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku hawirdora ku lê dijiya û malbata wî welatparêz bûn, wî ji biçûkatiya xwe ve têkoşîna me bihîst. Ji ber ku herêma lê jiyaye qada çalakiyên xurt ên Gerîlayê Azadiya Kurdistanê bû, gelek caran firsend dît ku bi gerîlayan bibîne û nas bike. Hevrêyê me Rizgar ji jiyana gerîla, têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla bandor bû û vê rastiyê tesîreke xurt li ser wî kir. Ji ber vê yekê hevrêyê me Rizgar hezkirina ji gerîla di dilê xwe yê zarokan de bi cih kir û tevlêbûna nav refên gerîla ji xwe re kir armancek. Hevalê me Rizgar dema mezin bû, firsend dît ku rastiya gelê me û têkoşîna me ya ji bo jiyana azad ku me berdêlên giran dane, baş fêm bike û bi hişmendî girêdana xwe ya hestiyar a bi gerîla re bike yek. Di vê pêvajoyê de hevrêyê me Rizgar ku di heman demê de polîtîkaya dijmin a qirkirinê ya li ser gelê me jî dît û gihişte wê baweriyê tekane rêya parastina gelê me, xurtkirina gerîlatiyê ye. Ji bo vê jî weke ciwanekî Kurd ê birûmet ji ber ku dizanibû ku berpirsyariya herî mezin a ciwanên weke wî ye, di sala 2013'an de ji herêma Katoyê tevî du xizmên xwe tevlî nav refên gerîla bû.

Hevrêyê me Rizgar ê ku demekê li herêma Botanê gerîlatî kir, firsend dît ku rêgezên bingehîn ên gerîlatiyê û pîvanên jiyana PKK'ê hîn bibe. Hevrêyê me piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li wir tevlî perwerdeya şervanên nû bû. Bi saya tecrubeyên ku li Bakurê Kurdistanê di dema perwerdeya xwe de bi dest xistiye, dest bi pêşengtiya hevalên xwe kir. Hevrêyê me yê ku bi şêwaz û islûba xwe moral dida hevrêyên xwe û dikir ku hevrêyên wî bi awayekî çalak tevlî jiyanê bibin. Hevrêyê me bi aliyên xwe yên kedkar û fedakariyê tevkariyên mezin li pêşveçûna hevalên xwe kir. Hevrêyê me Rizgar ku bi perwerdehiyê di îdeolojiya Apoyî de xwe kûr kir, ji bo ku felsefeya Rêbertiyê bike şêwaza bingehîn a jiyanê, wî tevlêbûna xwe ji ber çavan derbas kir û soza xwe ya tevlêbûna fedaî dubare kir. Hevrêyê me yê ku ji bo bibe gerîlayekî jêhatî ku bikaribe bersivê bide daxwazên azadiyê yên gelê me, girîngiyeke mezin dida perwerdeya xwe ya leşkerî, bi pisporbûna şêwaz û taktîkên gerîla, berê xwe da qadên pratîkê. Hevrêyê me Rizgar ê ku yekemîn pratîka xwe ya gerîla li herêma Xakurkê kir, li vir jî di qada leşkerî lêhûrbûnên xwe zêde kir.  Hevrêyê me yê ku di wê baweriyê de bû ku ji bo xwe ji rewşa şer a muhtemel re amade bike divê di her warî de xwe pêş ve bibe, li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Mehmed Goyî tevlî perwerdehiyê bû. Li vir jî xwe li gorî rêgezên Şerê Gel ê Şoreşgerî ji aliyê bîrdozî û leşkerî ve perwerde kir. Piştî perwerdeyê berê xwe da herêma Gostê ya Xakurkê ya ku qadeke dijwar e. Di sala 2015’an de dema ku êrîşên dijmin li ser vê qadê dest pê kir, ew bi awayekî çalak tevlî gelek çalakiyên ku derbên giran li dijmin hate xistin bû û bersiv da êrîşên dijmin. Hevrêyê me Rizgar ku bi hevalên xwe re bi fedakarî li dijî her hewldana dagirkeriyê ya dijmin şer kir, carekê birîndar bû. Lê hem şert û mercên giran ên tecrîda li ser Rêbertiya me û hem jî şehadeta hin hevrêyên wî yên di şer de, ji bo hevrê Rizgar bû sedem ku têkoşîneke mezintir bike. Li ser vê hişmendiyê hevrêyê me Rizgar piştî ku birînên wî pak bûn, pêşniyaz kir ku biçe Bakurê Kurdistanê û li wir têkoşîneke xurttir bimeşîne. Pêşniyaza hevrê Rizgar hate qebûlkirin û ji bo ku di qada leşkerî de bibe pispor û asteke profesyonel bi dest bixe, tevlî perwerdehiyên branşê bû. Hevrêyê me di branşa çekên otomatîk ên navîn de pispor bû û di sala 2018’an de berê xwe da qada Botanê.

Hevrêyê me Rizgar ê ku firsend dît ku biçe Botanê, qada yekemîn a şer a fermandar û gerîlayên me yên pêşeng û li wir weke şopdarê Egîd û Adils şer bike, kêfxweşî û heyecaneke ku nayê vegotin hîs kir. Hevrêyê me yê ku giraniya qada têkoşînê di hemû hucreyên xwe de hîs kir, ji bo erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne, kedeke mezin da. Hevrêyê me wekî destpêkê tevlî xebatên li Kêla Memê bû û bi cesaret û fedakariya xwe ya li vê qadê, ji hevrêyên xwe rêz û hurmet wergirt. Hevrêyê me yê ku xwedî cewherekî kedkar û mutewazî ye, di demeke kin de bi hunera xwe ya di qada leşkerî de bû milîtanekî pêşeng. Hevrêyê me Rizgar ê ku bala wî her dem li ser lêdana dijmin bû, di heman demê de berê hevrêyên xwe jî dida lêhûrbûnê. Hevrêyê me piştî herêma Kêla Memê derbasî herêma Besta bû, bi tempoyeke tevlîbûnêa ji asta heyî zêdetir têkoşîna xwe domand.  Ji ber ku dijmin êrîşî her qada ku destkeftiyên gelê me lê heye, li hemberî gelê me qetlîam kir û dijmin tecrîda li ser Rêbertiya me zêdetir kir, ev tişt bûn sedem ku hevrê Rizgar têkoşîna xwe zêdetir bike. Li ser vê bingehê him dema li Kêla Memê bû û him jî dema li Bestayê bû, jiyan û têkoşîneke asayî qebûl nekir.Hevrêyê me yê ku her tim li ser esasê beşdarbûn û têkoşîna li ser xeta fedaî bû, di 12’ê Tîrmeha 2023’an de li hemberî êrîşa dijmin, wî ev helwesta xwe ya milîtanî parast. Hevrê Rizgar heta nefesa xwe ya dawîn girêdayî nirxên azadiyê bû û bi şehadeta xwe wî di dîroka azadiyê ya gelê me de cihê xwe yê bi rûmet stend.”