Nasnameya du gerîlayên li Amedê şehîd bûne hatin eşkerekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGP’ê nasnameya 2 gerîlayên di şerê 8’ê Tebaxê ya li bejahiya Amedê de şehîd bûne eşkere kir.

HPG’ê ev tişt got: “8’ê Tebaxê 2018’an me di daxuyaniya xwe de gotibû 1’ê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker li qada Şehîd Rojhat a Amedê operasyonek daye destpêkirin û di şer de ku heta 3’yê Tebaxê dom kirî 2 hevalên me şehîd bûne.”

Agahiyên nasnameyê yê hevalên me yên şehîd wiha ne:

Navê Qod: Azad Zagros

Nav Paşnav: Mecid Delayimilan

Cihê Bûyinê: Maku

Navê Dê û Bav: Finas - Ebuşakir

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 3 Tebax 2018 / Amed

***

Navê Qod: Şahin Norşîn Avesta

Nav Paşnav: Ahmet Dorak

Cihê Bûyinê: Amed

Navê Dê û Bav: Nadire - Suleyman

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 3 Tebax 2018 / Amed