Nasnameya 7 gerîlayên li Bradostê şehîd bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 7 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 7 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:
Dewleta TC a dagirker, ji 14 heta 26'ê Adarê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê operasyoneke dagirkirinê bi rê ve bir. Li dijî vê operasyonê ku ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê hate kirin, hêzên me yên gerîla bi lehengî li ber xwe dan û nîşan dan ku gelê Kurd bêxwedî nîne. Ji ber operasyonê şerekî dijwar qewimî û hêzên me yên gerîla jî çalakî kirin. Di vê berxwedanê de ku bi pêşengiya yek ji fermandarên Eyaleta Xakurkê hevalê Agirî hate kirin, derbên giran li dijmin hatin xistin. Li herêmê ku hê şer û çalakiyên gerîla dewam dikin, dijmin teknîka giran bi kar anî û êrîşên hewayî kir. Ji ber vî şerî hin hevalên me şehîd bûn. Hevalê me Cûdî (Mûhammed Salih Çîçek) bi birîndarî dîl kete destê hêzên dijmin. Şexsekî bi navê Egîd (Hasan Unat) jî teslîmî hêzên dijmin bû.
Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne:
Nasnav: Agirî Mazlûm Pîrdogan |
Nasnav: Argeş Tekoşer |
Nasnav: Ciwan Kiçî |
Nasnav: Întîkam Zagros |
Nasnav: Rustem Şemzînan |
Nasnav: Tekoşer Mardîn |
Nasnav: Xwînrej Gever |