Nasnameya 5 şehîdên Dersimê hate eşkerekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên li Dersimê şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên li Dersimê şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "2'ê Hezîrana 2018'an, li herêma Kirmizi Dag a li navenda Dersimê, komek ji hevalên me ji ber bomberdûmana balafirên şer ên TC a dagirker şehîd bûn. Wekî din, Adara 2018'an li Dersimê hevalê me Ferhat Dersim dema bi erka xwe radibû ji ber qezayekê şehîd bû."
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Dilgeş Zafer Amed |
Nasnav: Leheng Argeş |
Nasnav: Mazlûm Karakoçan |
Nasnav: Taylan Ararat |
Nasnav: Ferhat Dersim |
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Her hevalên me yên şehîd bûne, canê xwe diyarî azadiya gelê Kurd kirin û li dijî êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê yên li ser gelê me, bê teredût li refên herî pêş ên şer cih girtin. Her ciwanekî Kurd ê li bajarên cuda yên Kurdistanê ji dayik bûn, bi sekna xwe ya daxwaza azadiyê, bûn nîşaneya evîna azadiyê ya gelê me û bi rengê fedayî li çiyayên Dersimê şiyara 'jiyan divê bi rengekî azad be, naxwe divê qet neyê jiyîn' bi cih anîn. Têkoşîna gerîlayên Kurdistanê ku li dijî polîtîkayên qirkirinê yên sed salî yên faşîzma TC li ber xwe dide, polîtîkayên dagirkeriyê yên dijmin pûç kir û hebûna gerîlayên me yên li çiyayên Dersimê bûye temînata azadiya li vê xakê. Gerîlayên Kurdistanê ku xwe bi rastiya têkoşînê ya Apogerî xemilandine, ji bo hêjayî gelê me yê xwedî ruhê azadiyê ye bibin, wê ji niha û pê ve jî bi rêbaza fedayî şer bikin.
Ji ber şehadetên dawî em ji malbatên xwe yên şehîdan û gelê xwe yê welatparêziyê re sersaxiyê dixwazin. Û careke din soza xwe dubare dikin ku em ê heta azaiya gelê xwe ku xewn û xeyala şehîdên me ye, têkoşîna xwe bidomînin."