Nasnameya 4 gerîlayên li Gabarê şehîd bûne hate eşkerekirin

HPG’ê nasnameya gerîlayên li Gabarê şehîd bûne eşkere kir û got “Wê gelê me keda wan a ji bo têkoşîna azadiyê tu carî ji bîr neke.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê şehîdan ev daxuyanî da:

“Di 9’ê Çileya 2023’an de li herêma Gabarê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şerên dijwar qewimîn. Hevrêyên me Evrîm, Hogir, Şervan û Rênas ên ku di pevçûnên li Gabarê de pêşengtiya têkoşîna me ya azadiyê kirin, heta nefesa xwe ya dawî bi qehremanî şer kirin û piştre şehîd bûn. Ev hevrêyên leheng ku bi tevlîbûna xwe ya fedaî ya di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bûne zarokên herî bi nirx ên gelê me, wê bi şehadeta xwe û bi têkoşîna xwe ji me re bibin pêşeng. Gelê me wê keda hevrêyên me Evrîm, Hogir, Şervan û Rênas ên di têkoşîna me ya azadiyê de tu carî ji bîr neke. Di serî de ji malbatên hêja yên hevalên me, em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.

Nasnaemeya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Evrîm Sumbul

  Nav û paşnav: Menîce Ozkan

  Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

  Navê dê û bav: Melîha - Ahmet

  Dîrok û cihê şehadetê:9’ê Çileya 2023’an / Gabar

 

  Nasnav: Hogir Botan

 Nav û paşnav: Omer Sungur  

  Cihê jidayikbûnê: Konya

  Navê dê û bav: Hatîce – Mehmet Nezîr

  Dîrok û cihê şehadetê:9’ê Çileya 2023’an / Gabar

 

  Nasnav: Şervan Çiya

  Nav û paşnav: Mûstafa Bayindir

  Cihê jidayikbûnê: Êlih

  Navê dê û bav: Hedîye - Îhsan

 Dîrok û cihê şehadetê:9’ê Çileya 2023’an / Gabar

 

  Nasnav: Rênas Serfiraz

  Nav û paşnav: Mehmet Yilmaz

  Cihê jidayikbûnê: Amed

  Navê dê û bav: Caziye - Giyasettîn  

  Dîrok û cihê şehadetê:9’ê Çileya 2023’an / Gabar

EVRÎM SUMBUL

Hevrêya me Evrîm li Colemêrgê ya ku yek ji bajarên girîng ên welatparêziya Kurdistanê ye, di malbateke welatparêz de hatiye dinê. Ji ber ku malbat û derdorên wa yê nêzîk ji destpêka têkoşîna me ya azadiyê ve di nava têkoşînê de bûn, hevrêya me Evrîm jî ji temenê xwe yê biçûk de partiya me PKK'ê nas kir. Tevî ku zarok bû jî, zext û êşkenceyên dijmin ên li ser gelê me fêm kir, ev êrîş tu carî ji bîr nekir û ev êrîş ji xwe re kir sedema têkoşînê. Hevrêya me Evrîm ku di sala 2004’an de gerîla nas kir, ji nêzîkatiya gerîla ya li gel, biryardariya gerîal ya di têkoşînê de û jiyana gerîla ya fedaî gelekî bi bandor bû. Ji ber têkoşîna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya ji bo gelê me, wê fêm kir ku divê ew jî weke jin û ciwaneke Kurd ji bo azadiya gelê xwe têbikoşe. Hevrêya me Evrîm a ku di nava lêgerîna vî tiştî de bû, roj bi roj rastiya têkoşînê hîn zêdetir fêm kiriye û dest bi fêhmkirina xeta Rêbertî û şehîdan kir. Ji ber ku dijmin êrîşên xwe yên li ser gelê me zêdetir kiriye, van tiştan biryardariya hevrê Evrîm a ji bo têkoşînê xurttir kiriye. Hevrê Evrîm dîtiye ku tekane qada ku li dijî dijminê qirker dikare têbikoşe, nav refên gerîlayan e û bi vê zanebûnê berê xwe daye Zagrosan û tevlî nav refên gerîlayan bûye.

Hevrêya me Evrîm diyar kiriye ku ew bi tevlîbûna gerîla re ji nû ve ji dayik bûye û jiyana gerîla û çiya weke deriyekî azadiyê û cihê vegera mirov a li cewherê wê ye. Diyar kiriye ku xwezaya Kurdistanê û perwerdehiya di nava PKK'ê de bi wê re nûbûnek çêkiriye û bi girêdaneke xurt bi çiyayan ve hatiye girêdan. Wê diyar kiriye ku statûya koletiyê ya di nava civakê de, bi taybetî jî weke jin, bi têkoşîna PKK’ê de dikare were hilweşandin. Ji bo vê bang li hemû jinên ku di lêgerîna jiyana azad de ne kir ku were li çiyayên Kurdistanê tevlî nava refên PKK-PAJK'ê bibin. Hevrê Evrîm a ku li qada Avaşînê perwerdeya Şervanên Nû dît, ev pêvajoya perwerdeyê bi serkeftî bi dawî kir û berê xwe da xebatên pratîk. Tevî ku di nava refên gerîla de nû bû jî, bi tevlîbûna xwe ya bi coş û kelecan di demeke kin hînî çiya û jiyana gerîla bû û ji hevrêyên xwe yên nû re pêşengtî kir. Hevrêya me Evrîm a ku her tim hewl dida xwe di warê leşkerî û bîrdozî de pêş bixe, ji bo hînbûna dîroka Partiya me kedeke taybet daye. Di xwendinên xwe de, bi taybetî ji Berxwedana Zindana Amedê û Çar Şoreşgeran, Mazlûm Dogan û şehîdên me yên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ku bi fedekarî û îradeya xwe ya bênavber li dijî hemû êrîşan têkoşiyane, gelekî bi bandor bûye. Hevrêya me Evrîm a ku ji her pirtûkên ku dixwend, ji her bîranînên ku dibihîst û ji her bûyera ku şahidî dikir, di demeke kurt de tecrubeyeke girîng bi dest xist. Hevrêya me Evrîm a ku dixwest tecrubeya ku bi dest xist li hemberî dijmin bike bingeha têkoşîneke bi bandor, xwest bi taybetî li Bakurê Kurdistanê şer bike, tola qetlîam û qirkirinên li ser gelê me bistîne. Li ser vê bingehê xeyala wê ya herî mezin bû ku biçe Botanê  ya ku li wir gelek qehremaniyên destanî lê pêk hatine û ji bo dîroka têkoşîna gelê me, cihekî taybet e. Ji bo pêkanîna vê xeyalê bi daxwaz, îrade û kedeke mezin têkoşiya û bi sebir li benda çûna Botanê ma. Hevrê Evrîm ku di sala 2016’an de bi gelê me re ji bo li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer bike çû çeperên berxwedanê, tevlî gelek çalakiyan bûye û di warê leşkerî de tecrubeyên mezin bi dest xist.

Di pêvajoyek ku êrîşên dijmin zêde bû, hevrêya me Evrîm a ku xeyala wê ya herî mezin çûna herêma Botanê bû, berê xwe da herêma Gabarê ya ku bi têkoşîna Egîd, Adil, Gelhat, Nûda û Gulbaharan gelek destanên berxwedanê hatibû nivîsandin. Her wiha xwest ku bibe layiqî têkoşîna van hevrêyên şehîd ên pêşeng û têkoşîna wan bi serkeftinê tacîdar bike. Ji ber vê jî çawa ku çû qada Gabarê bi beşdariya xwe ya bi coş bal kişand. Hevrêya me Evrîm a ku aliyê wê yê kedkariyê li pêş bû, ji bo gelek xebatên ku fedakariyên mezin hewce dikir, wê xwe pêşniyaz kiriye. Bi vê taybetmendiya xwe hurmeta hevrêyê xwe stend. Hevrêya me Evrîm roj bi roj hêrsa xwe ya li hember dijmin veguherand çalakiyên mezin û ji bo vê jî xwedî kelecaneke kûr bû. Weke gerîlayeke YJA Starê bi pêşengiya gelek çalakiyan berpirsyariyên ku hilgirtiye ser milê xwe bi serkeftî bi cih anî. Li herêma Gabarê ya ku demeke dirêj lê bû, bi tevlîbûna xwe ya kurt, bi helwesta xwe fedakar û hêrsa xwe ya kûr a li hemberî dijmin bûye yek ji fermandara pêşeng a YJA Starê. Hevrêya me Evrîm ji bo serkeftina Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî bi fedakariyeke mezin li ber xwe da û tevî hemû êrîşên dijwar ên dijmin jî weke gerîlayeke profesyonel serkeftinên mezin bi dest xist. Hevrêya me Evrîm bi şênberî nîşan daye ku gerîlayê Kurdistanê li dijî hemû polîtîkayên şerê taybet ên dijmin, bi afirîneriya taktîkî ya bilind di her kêliyê de dikare li dijmin bixe û ew ji hemû hevrêyên we yên li Bakurê Kurdistanê bû mînak. Em hevrêyên wê, soz didin ku em ê ala berxwedanê ya ku fermandara me hevrê Evrîm ji me re hiştiye, bi biryardariya heta pêkanîna xeyalênw ê, em ê alayê hilgirin.

HOGIR BOTAN

Gelê me yê Cizîra Botan ku ji Bêrîvanan bigire heta Çîçek Kiçî û Mehmet Tûnç bi sedan leheng mezin kiriye, tevî ku timî di hedefa dijmin de ye j dev ji helwesta xwe ya bi rûmet bernedaye û bûye qibleya welatparêziya Kurd. Gelê me yê Cizîra Botan ku bi taybetî ji salên 1990’î û vir ve herî zêde rastî polîtîkayên şewitandin û wêrankirina gundan hat, bi darê zorê ji axa xwe hate derxistin û bi êşên mezin re rû bi rû ma. Tevî van hemû êrîşan gelê me yê Cizîra Botanê li her dera ku lê bû welatparêzî û çanda xwe parast, bi hezaran zarokên xwe yên leheng şand nav refên Partiyê û tola xwe ji van hemû polîtîkayan hilanî. Hevrêyê me Hogir ku kurê gelekî wisa leheng e. Malbata wî ji ber zextên dijmin koçî metropolên Tirkiyeyê kir, hevrê Hogir jî li Konyayê ji dayik bûye û mezin bûye. Tevî vê yekê jî ji zarokatiya xwe bi koka xwe ve girêdayî bû û di her kêliya jiyana xwe de vê çanda welatparêziyê ya ku ji malbata xwe wergirtiye, parast. Hevrêyê me Hogir ê ku bû şahidê polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk a faşîst, di temenê xwe yê ciwan de li hemberî vê qirkirinê hêrseke di dilê xwe de çêkiriye û ji bo tolhildanê ketiye nav lêgerînê. Di vê pêvajoyê de çalakî û enerjiya hevrêyê me Hogir ê di nava xebatên ciwanan de, bala dijmin kişand. Hevrê Hogir ku li dijî polîtîkayên dewleta Tirk a faşîst dixwest di şexsê ciwanan de li ser tevahiya gelê Kurd bimeşîne, bi ked û kedeke mezin li ber xwe da, roleke pêşeng lîst û bala gelek ciwanên Kurd kişand ser xeta têkoşînê. Hevrê Hogir ku di van çalakiyan de 5 caran hate destgîrkirin, her carê bi geşkirina têkoşîna xwe bersiv da zext û êrîşên dijmin. Hevrê Hogir ku demeke dirêj di van hewldanan de rola pêşeng lîst, fêm kir ku tenê bi tevlîbûna PKK’ê dikare derbeyek mezintir li dijmin bide û azadiya gelê Kurd misoger bike. Hevrê Hogir li ser vî esasî biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Rêheval Hogir ku di sala 2011'an de bi coşeke mezin tevlî nava refên gerîla bû, li Metîna perwerdeya xwe ya nû ya şervaniyê dît. Ji roja yekem a tevlîbûnê ve bi helwesta xwe ya bi bawer û bi biryar bala rêhevalên xwe kişand. Hevrê Hogir ku pêvajoya perwerdeyê bi serkeftî bi dawî kir, li qada Heftanînê dest bi pratîka xwe ya yekemîn kir. Dema li Heftanînê bû û li her qadên ku ma, kedeke mezin da, bi rûkeniya xwe û hevaltiya xwe ji aliyê hevalên xwe ve dihat hezkirin. Piştî pratîka serkeftî ya li qada Heftanînê, ji bo ku bibe pispor, kûr bibe û li ser şêwaz û taktîkên gerîlatiyê bibe pispor, perwerdeya branşê dît. Hevrêyê me Hogir ê ku ji bo xwe ne tenê di warê leşkerî, di warê îdeolojîk de jî bi pêş ve bibe kedeke mezin da, bala xwe da ser felsefeya Rêber Apo, ji bo pratîzekirina vê felsefeyê têkoşiya. Hevrê Hogir ê ku perwerdeya şaxê bi serketî qedand û di qada xwe de weke gerîlayekî pispor dest bi pratîka xwe kir. Dema ku çeteyên paşverû yên DAIŞ’ê bi alîkariya dewleta Tirk a qirker êrîşî gelê Kurd kir, wî jî xwest mîna her ciwanên Kurd gelê xwe biparêze. Di navbera salên 2013-2016’an de li dijî van çeteyên paşverû li gelek qadan şer kir. Her çend di vî şerî de ji zikê xwe birîndar bibû jî, dîsa rabû ser piyan û bi îradeya Apoyî ya mezin û bi îradeyeke xurt dîsa vegeriya çeperên şer. Hevrê Hogir ku di aliyê leşkerî û bîrdozî de roj bi roj pêş ket, her dem vê tecrubeya xwe da hevalên xwe. Di berxwedana ku DAÎŞ têk çû de hevrê Hogir kedeke mezin da û piştî bicihanîna mîsyona xwe ya dîrokî dîsa vegeriya çiyayên Kurdistanê.

Hevrê Hogir ji bo ku tecrubeya xwe ya leşkerî ya mezin bi îdeolojiya Rêbertiyê re bike yek û di xeta Rêber Apo de zêdetir li ser felsefe û gerîlatiyê bisekine, li Akademiya Mazlûm Dogan perwerde bû. Hevrêyê me Hogir ê ku di hemû derdorên ku tê de ye xwedî helwesteke rêxistinî ye ku ji prensîban tawîz neda, kêmasî qebûl nekir û xwest jiyana PKK'ê ya ku şehîdên me ji me re hiştiye, biparêze. Bi sadebûn, fedakarî, moral û kesayetiya xwe ya bi hêz, bandor li ser hemû hevrêyeên xwe hişt. Di erkên herî girîng ên rêxistina me de ku pêwîstî bi pêbaweriyeke bilind, hesasiyet û beşdariyeke bi îstîkrar heye, cih girt û wî ev berpirsyarî bi serkeftî bi cih anî.

Hevrêyê me Hogir ji roja ku tevlî bû, xeyala wî ev bû ku li Botanê li dijî mêtingeriya dewleta Tirk gerîlatiyê bike û di sala 2018’an de vê xeyala xwe pêk anî. Wî bi hişmendî û biryardariyeke mezin berê xwe da Gabarê, axa Egîd, Adil û Bedranan. Şehadeta xizmên wî yên nêz Canfeda Botan û Brûsk Cîzre yên di salên 2016 û 2018’an de li Botanê şehîd bûn, hêrsa hevrêyê me Hogir a li hember dijmin zêde kir û li ser vê bingehê hîn bêhtir tevlî nav têkoşînê bû. Hevrê Hogir ku di gelek çalakiyên li herêma Gabarê de yên ku derbên giran li dijmin hatin xistin,  roleke pêşeng pêk anî. Di pratîka şêwaz û taktîkên gerîlayên serdema nû de li herêma Gabarê, roleke girîng lîst û bi pûçkirina gelek operasyonên dijmin, di pêkanîna gerîlatiya serdema nû de roleke pêşeng lîst. Tevî taybetmendiyên xwe yên şervanî, bi nefsbiçûk û keda xwe ya jiyanê bû mînaka milîtaniya PKK’ê. Hevrêyê me Hogir ê ku bi tevlîbûna xwe ya bi ken û bi moral ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya moralê, di demên herî dijwar ên şer de jî ji hevalên xwe re pêşengtî kiriye. Hevrêyê me Hogir bi azwerî û biryardariya xwe ya di şer de, bi moralê di jiyanê de, bi sekna xwe ya rêxistinî mîraseke mezin a berxwedanê hişt. Em hevrêyên wî soz didin ku em ê vê mîrateya berxwedanê berfireh bikin û di şexsê rêhevalê xwe Hogir de em ê xeyalên Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bi serkeftinê tacîdar bikin.

ŞERVAN ÇIYA

Xelkê me yê Êlihê yê welatparêz ku ji azadiyê tawîzê nade, dest ji nasnameya xwe ya cewherî ya ji zilman, çand û dîroka xwe bernade, bi gelek êrîşên giran ên dewleta Tirk a mêtinger re rû bi rû ma, bi êrîşên hovane yên bi destê JÎTEM û çeteyên Hîzbûlkontra hewl dan ku ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dûr bixîne. Li gel êrîşên li derveyî mirovahiyê jî xelkê me yê Êlihê ti carî dest ji têkoşîna partiya me PKK'ê berneda ku bi xwîna şehîdan ev têkoşîn ava kir û têkiliyeke xurt bi xelkê me yê Êlihê re danî. Hevrêyê me Şervan jî li nava vê kevneşopiya welatparêziyê ya xurt, li Sasonê ji dayik bû. Di salên 1990'î de ji ber zext û êrîşên dewleta Tirk a faşîst neçar ma ku tevî malbata xwe gundê xwe biterikîne. Hevrêyê me Şervan li nava malbateke me ya welatparêz a ku jiyaneke bi rûmet ji xwe re kir esas, li navenda Êlihê mezin bû. Mîna her ciwanekî Kurd ê ku li ber zext û zilmê serî natewîne, hîn di temenê ciwantiyê de rûyê qirêj ê dewleta Tirk a mêtinger nas kir. Hevrêyê me berxwedana dîrokî ya PKK'ê ji nêz ve şopand, çû Antalyayê û li Zanîngeha Akdenîzê perwerdeya tenduristiyê wergirt. Dema ku li vê derê bû kiryarên faşîzan ên li dijî gelê Kurd û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li hemberî ciwanên Kurd ên welatparêz dît û bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me biryar da ku li Kurdistanê vegere, perwerdeya xwe bi vî rengî dewam bike û derbasî Zanîngeha Bedlîs Eren bû, xwest li wir perwerdeya xwe dewam bike. Lê belê hevrêyê me Şervan li her deverê rastiya dijmin dît, şahidî ji êşên gelê me yê bindest re kir, fêhm kir ku bi berxwedana dîrokî ya PKK'ê re gelê me dikare ji asîmîlasyon, înkar û êrîşên tunekirinê bê rizgarkirin û bibe xwedî paşerojeke azad. Hevrêyê me sala 2011'an tevlî nava karên ciwanan bû û partiya me, felsefeya Rêber Apo ji nêz ve nas kir, ji bo zanekirina ciwanên Kurd kete nava hewldanên berfireh. Hevrêyê me Şervan di demeke kurt de bi karê xwe yê bi bandor bû pêşengek. Gelek caran bû hedefa êrîşên destgîrkirinê yên dewleta Tirk a mêtinger, her carê jî bi xurtkirina têkoşînê bersiv da dagirkeran. Sala 2013'an tevlî nava refên gerîla bû, bi vî rengî zemîna têkoşînê ya rasteqîn nîşanî ciwanên Kurd da û bersiva pêwîst da dagirkeran.

Hevrêyê me demekê li Bakurê Kurdistanê gerîlatî kir, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêyê me perwerdeya xwe ya bingehîn a gerîlatiyê temam kir, piştre jî ji bo bibe bersiv ji pêwîstiyên dema nû re, tevlî perwerdeya pisporbûnê bû. Hevrêyê me Şervan li nava refên têkoşînê demeke dirêj karên tenduristiyê meşand, da ser xeta têkoşînê ya fermandarê me yê nemir Mehmet Xeyrî Dûrmûş û bû Doktor Şervan ê hevrêyên xwe. Çû qadên herî giran ê şer, hevrêtî ji hevrêyên xwe re kir û di nava şert û mercên herî giran de tedawiya hevrêyên xwe yên birîndar kir. Sala 2017'an dema ku dixwest hevrêyên xwe yên birîndar tedawî bike, rastî êrîşa dewleta Tirk a dagirker hat û birîndar bû. Tevî birîna xwe jî bi îradeyeke mezin, têkoşer û kesayetiya berxwedêr di demeke kurt de baş bû û ji nû ve li eniya herî pêş vegeriya. Hevrêyê me li gelek qadan ma û her kêliya têkoşînê bi kedeke mezin derbas kir, li nava refên PKK'ê bû milîtanekî mînak. Hevrêyê me Şervan ku ne tenê li qada tenduristiyê ma, di serî de qada leşkerî li gelek qadan xwe bi pêş ve bir, di her kêliyê de ji her wezîfeyê re amade bû û ji xwe re kir esas ku her wezîfeya partiya me bi serketî bi cih bîne. Hevrêyê me Şervan bi perwerde û pratîka xwe bû milîtanekî pêşeng, bû fermandarekî mînak ê bi ruhê serketinê yê serdema nû. Li her qada ku lê ma bi kesayetiya xwe ya kedkar û xwezayî, bi tevlîbûna xwe ya ji dil li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmet û hezkirinê. Hevrêyê me Şervan timî dixwest li Bakurê Kurdistanê têbikoşe, ji bo vê armanca xwe pêk bîne xwe bi pêş ve bir û kete nava kûrbûneke mezin. Hevrêyê me ku agahî û danhevî bi felsefeya Rêber Apo kûr kir, dawiya dawî weke gerîlayekî azadiyê armanca xwe ya çûyîna Bakurê Kurdistanê pêk anî, derbasî warê pîroz ê gerîlatiyê Botanê bû. Hevrêyê me Doktor Şervan demeke dirêj li herêma Gabarê ya Botanê gerîlatî kir, di nava şert û mercên herî giran de li dijî dagirkeran şerekî mezin kir, her wiha wezîfeya xwe ya doktoriyê ya pîroz dewam kir û xizmet ji hevrêyên xwe re kir. Hevrêyê me ku di nava têkoşîna xwe ya şoreşgerî de bênavber têkoşiya, pêkanîna hêviya paşeroja azad a gelê me ji xwe re ki bingeha jiyanê. Hêrsa xwe ya li dijî mêtingeran ti carî kêm nekir, li ser şopa fermandarê me yê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) meşiya û li xaka Gabarê ya pîroz têkoşîneke efsanewî meşand. Ji bo têkoşîna şehîdan bi ser bixîne, ji bo ala berxwedanê bilind bike bû milîtanekî hêja. Hevrêyê me Doktor Şervan xeta serketinê ji hevrêyên xwe re hişt.

RÊNAS SERFIRAZ

Hevreyê me Rênas li navçeya Karaz a Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayîk dibe. Ji ber ku malbat û derdorê wî dilsozê çand û kevneşopiya Kurdî û têkoşîna azadiya gelê me ye, hevreyê me Rênas jî bi van nirxan re mezin dibe. Tevlîbûna xizmên wî yên nêz di nava refên gerîla de dibe sedem ku hevreyê me Renas di temenek biçûk de hezkirina wî li hemberî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û hêza wê ya pêşeng gerîlayan çêbibe. Hevreyê me Rênas ji ber ku li bajarekî welatparêz û azadîxwaz a wekî Amedê dijî û polîtikayên dagirkeriyê yên dijmin ên li dijî gelê me bi awayekî vekirî dibîne ev yek dihêle ku hevreyê hestên şoreşgeriyê zû nas bike. Li hemberî komkujiyên dijmin ên li ser gelê me ku dixwest gelê me ji nirxên heqîqî dûr bixe û qir bike, pir bi hêrs bû. Lewma ji ciwantiya xwe ve dest bi lêgerîna têkoşînê kiriye. Hevreyê me Rênas ku dixwaze bi têkoşîneke bi bandor tol ji dijmin rake, piştî ku dotmama wî hevrê Silav Amed- Filîz Tabû- di sala 2009’an de li Sêrtê şehîd bû, rêya xwe ya têkoşînê diyar kir. Bi tevlîbûna nava refên gerîla re, xwest di şexsê hevreya me Silav de hesabê hemû şehîdên azadiya Kurdistanê û komkujiyên dijmin ên li ser gelê me bipirse û tola wan hilîne. Hevreyê me piştî ku demeke di nava xebatên ciwanan da ma, hewl da tevlî refên gerîla bibe, lê ji ber ku şert û merc ne guncav bu, tevlîbûna xwe ji bo demeke taloq kir. Hevrê Rênas ku di armanca xwe ya xeyala azadiya mezin û ji hesap pirsîna dijmin de bi biryar e, li ser soza şehîdan maye û di pêvajoya êrîşên giran ên li hemberî Şoreşa Azadiya Rojava careke din hewl daye tevlî têkoşîna azadiya gelê me bibe. Hevreyê me Rênas ku di vê hewldanê xwe de bi ser ket, di sala 2014’an de ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevreyê me Rênas ku piştî tevlî dibe perwerda xwe ya yekemîn li qada Heftanînê dibîne, bi tevlîbûna xwe ya ji dil û samîmî di demeke kin de fêrî jiyana gerîla û çiya dibe. Bi saya perwerde, çand û welatparêziya ku ji malbata xwe wergitiye, ji perwerde û jiyana partiyê re bê hesap, dirust û ji dil tevlî bûye û di demek kin de guhertinên girîng di kesayeta xwe de afirandiye. Ji tecrûbeyên leşkerî ya gelek hevalên xwe sûd wergirt û tecrûbeyên bi salan di demeke kin de bi dest xist. Di nava xebatên ku hestiyar, bawerî û tecrûbeya leşkerî pêwîst dikir de cih girt û demeke dirêj ev xebat bi rengekî serkeftî pêk anî. Bi tevlîbûna xwe ya kedkar û fedakar, hurmeta hevreyên xwe bi dest xist. Hevrê Rênas dizane ku ji bo bi rengekî çalak û encamgir tevlî pêvajoya dîrokî ya ku gelê me û Tevgera me tê de ye bibe, divê xwe di aliyê îdeolojiyê de kûr bike, bi vê armancê di Akademiya Mahsûm Korkmaz de perwerde dît û firsend dît ku pratîka ku jiyaye bi nirxîne. Hevreyê me felsefeya Rêbertiyê kûrtir fêm kir û kesayeta xwe li ser vê bingehê lêpirsîn kir û aliyên xwe yên kêm xurttir kir. Hevrê Rênas bûye xwedî vê hişmendiyê ku divê fermandariya gerîla ku hêza pêşeng a Şerê me yê Gel ê Şoreşgeriye, li ser xwe bigire û ji ber vê yekê pêvajoyekî girîng a lêhûrbûnê re derbas bû. Piştî ku perwerdeya xwe bi serketî qedand, li ser bingeha gerîlatiya serdema nû bi îdeaya serkeftina di şerê gelê şoreşgerî de weke fermandarekî pêşeng cardin derbasî qada Heftanînê bû. Di operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên li şer Başûrê Kurdistanê de li Heftanînê di nava gelek çalakiyên li dijî dagirkeran de cih girt.

Hevreyê me Rênas ku dizane divê li dijî pilanên dagirkeriyê ên dijmin li Bakurê Kurdistanê têkoşîna xwe bêhtir mezin bikin, bi vê armancê derbasî Bakurê Kurdistanê dibe û berê xwe dide Gabarê ku malovanî bi dehan fermandarên leheng re kir û di xeyalên gelek gerîlayan de cih digire. Li her şîverêya ku li Gabarê meşiya, li her binê zinarê ku ji bo bêhndanê rawestiya, hebûna bi dehan hevreyên me yên şehîd his kir. Hevreyê me Rênas ku li qada Gabê tevî hemû şert û mercên zehmet di her keliyê de  li ser lêdana dijmin fikirî, di gelek çalakiyên li dijî dijmin de cih girtiye. Di şerê giran ê di operasyona 9’ê Çileyê de ku ji aliyê dijmin ve hate lidarxistin, bi ruhê fedayî yê Apoyî heta nefesa xwe ya dawî şer kir û gihişt şehadetê.