Nasnameya 4 gerîlayên li Şirnexê şehîd bûn hate eşkerekirin
HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û nasnameya 4 gerîlayên li Şirnexê roja 8'ê Îlonê şehîd bûn, eşkere kir.
HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û nasnameya 4 gerîlayên li Şirnexê roja 8'ê Îlonê şehîd bûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li der gerîlayên di meha Îlonê de li Şirnexê şehîd bûn, ev daxuyanî da:
"Roja 8'ê Îlona 2017'an, li herêma navbera gundên Koçera û Nîvya yên navçeya Basa ya Şirnexê, di operasyona artêşa TC a dagirker de di navbera hêzên me yên gerîla û dijmin de şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de gelek kuştiyên dijmin çêbûn. Hevalên me Argeş, Ardil, Siyabend û Pîr heta fîşeka xwe ya dawî bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê.
Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ne:
Nasnav: Ardil Amed |
Nasnav: Argeş Botan |
Nasnav: Pîr Alî |
Nasnav: Siyabend Bilbes |
Hevalên me Argeş, Ardil, Siyabend û Pîr, li hemberî xeta teslîmiyetê ya ku dewleta TC a faşîst li ser gelê me ferz dike û dixwaze ji nû ve Kurdistanê dagir bike, di emrekî ciwantiyê de tevlî nave refên azadiyê bûn. Her hevrêyekî weke şopdarên kevneşopiya berxwedanê ya PKK'ê, di xeta Bêrîtan de li dijî teslîmiyetê bûn nûnerê berxwedanê û li çiyayên Kurdistanê weke neferekî şervaniya Egîd bi awayekî çalak tevlî têkoşînê bûn. Her çar hevalên me ji bo azadiya gelê Kurd bi berdêla dayina canê xwe tevlî têkoşînê bûn û ji bo paşerojê hêvî û nirxên mezin li pey xwe hiştin. Em weke hevalên wan ên têkoşînê, di şexsê Argeş, Ardil, Siyabend û Pîr de hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê careke din bi bîr tînin, sersaxiyê ji malbatên wan ên hêja û welatparêz û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin. Em careke din soz didin ku em ê xewn û xeyalên her çar hevrêyên xwe yên şehîd bi cih bînin û têkoşîna azadiyê ya Kurd bi ser bixînin."