Nasnameya 3 gerîlayên li Şirnex û Colemêrgê şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya 3 gerîlayên di demên cuda de li Şirnex û Colemêrgê şehîd bûn eşkere kir.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hat ragihandin, gerîla Zelal û Zîlan di 28'ê Mijdara 2016'an de li Şirnexê û gerîla Kemal jî di 27'ê Adara 2017'an de li Colemêrgê bi lehengî li ber xwe dane û şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de ev agahî hate dayin:

"Du gerîlayên me yên YJA Starê hevrê Zîlan û Zelal, di operasyona payîza 2016'an a li Cûdiyê bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn. Ji ber ku têkildarî cenazeyên her du hevrêyên me agahiyeke zelal bi dest neketibû, me nekarî li ser şehadeta wan daxuyaniyekê bidin. Weke HPG em careke din soz didin gelê xwe, bi taybetî malbatên xwe Kirkagaç û Kolanç, ku ji bo bicihanîna soza me daye şehîdan em ê bi biryardarî têbikoşin. Her wiha em hevrêyê xwe Kemal ê ku di bihara îsal de li Şemzînanê di şerê dijî dijminê dagirker de şehîd bû, bi rêzdarî bibîr tînin. Hevrêyê me Kemal jî, di nava pênc salên gerîlatiya xwe de wek milÎtanekî kedkar, fedekar û dilsozê armanc û nirxên xwe têkoşiya û li dijî zîhniyeta nîjadperest a faşîst ku gelê me tine dihesibîne bi rengekî çalak cihê xwe di nava şerê berxwedanê de girt.

Nasnav: Kemal Yildirim
Nav paşnav: Metîn Taş
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Hacer-Cebraîl
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Adara 2017'an / Colemêrg

Nasnav: Zelal Amargî
Nav paşnav: Yekbûn Kirkagaç
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Adîle-Remzî
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Mijdara 2016 / Şirnex

Nasnav: Zîlan Dilxwaz
Nav paşnav: Songul Kolanç
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Azîze-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Mijdara 2016 / Şirnex"