Nasnameya 2 şehîdan hate eşkerekirin

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Mêrdîn û Zapê şehîd bûne eşkere kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:

“Ligel ku tevgera me gorî biryara çalakînekirinê dabû û hêzên me yên gerîla li gorî vê biryarê tevdigeriyan, êrîşên dewleta Tirk a dagirker nesekiniye û êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kiriye. Artêşa Tirk a dagirker di 21’ê Nîsana 2023’an de li rojavayê Zapê êrîşek kri û di vê êrîşê de hevrêya me Viyan Ozgur şehîd bû. Hevrê Vîyan a ku milîtaneke pêşeng a YJA Starê bû, bi tevlêbûna xwe ya li ser xeta fedaîbûnê û bi girêdana Rêber Apo û xeta şehîdan ji bo hemû hevrêyên xwe re bûye mînak.

Malbata wê ya hêja di serî de em ji hemû gelê xwe yê cefakar ê Mexmûrê, ji eşîra Spêrtî û ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

  Nasnav: Viyan Ozgur

  Nav û paşnav: Serkeftin Demîr         

  Cihê jidayikbûnê: Mexmûr

  Navê dê û bav: Xatûn - Sedîq

  Dîrok û cihê şehadetê: 21’ê Nîsana 2023’an – Zap

Gelê me yê welatparêz ê Botanê ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de her tim roleke bingehîn lîstiye û bi berxwedan û serhildanên ku pêş xistine ti carî stûyê xwe li ber dagirkeran xwar nekiriye û gelê me bêyî dudilî beşdarî berxwedana dîrokî ya di pêşengiya PKK’ê de bû. Gelê me yê Botanê bi destên xwe zarokên xwe şandine nav refên PKK’ê û gelek fermandarên sembol ên wekî Fazil, Adil, Serbest, Dogan, Bedran, Zelal, Çîçek, Nûjîn û Çîçek û gelekên din li têkoşîna me ya azadiyê zêde kiriye.

Malbata hêja ya hevrêya me Viyan Ozgur jî xwedî li vê kevneşopiya qedîm a welatparêziya Botanê bûye û dilê wan her tim bi Rêbertiya me û gerîla re bû. Ji bo vê jî li hemberî her cure êrîşên dijmin li ber xwe dan û rûmeta xwe parastin. Dema ku pêwîst bû şert û mercên herî dijwar dan ber çavê xwe û neçar mane ji warên xwe jî dûr bikevin. Li hemberî êrîşên dewleta  Tirk bi salan di kampên penabertiyê de jiyane û tu carî dev ji têkoşîna azadiyê bernedane. Hevala me Viyan di nav malbateke wisa de li Mexmûrê ji dayik bûye û ji zarokatiya xwe ve partiya me nas kiriye. Di temenê xwe yê ciwaniyê de bîr biriye û pirsiye ka çima bi hezaran mirovên me neçar mane koçî Mexmûrê bikin. Li ser vî esasî wê rastiya dijmin dîtiye. Wê fêm kiriye ku divê hêrsa xwe veguherîne têkoşînê û divê bersiveke pêwist bide dijmin. Ji ber ku xwişkeke wê jî di nav têkoşîna azadiyê de hê jî têdikoşe, vî tiştî bandor li hevala me Viyan jî kiriye û dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî gelê me kiriye, wê jî wekî jineke Kurd ji bo berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelê me pêk bîne, biryar daye tevlî nav refên gerîlayan bibe û berê xwe daye çiyayên Kurdistanê.

Dema ku hatiye çiyayan wê gava xwe ya pêşîn a ‘xwebûnê’ avêtiye.  Wê perwerdehiya xwe ya pêşîn li qada Qendîlê wekî pratîk meşandiye û li vir hewl daye jiyana partiyê fêm bike û pêk bîne. Piştre derbasî qada Zapê bûye û demekê li vir di nav xebatên pratîk de maye. Wê her dem hewl daye xwe bi pêş ve bibe û bi vî awayî fêm kiriye wê hêjayî ked û hewldana şehîdên me be û li ser vî esasî ji bo ku xwediyê tevlêbûneke li ser esasê xeta Zîlan û Bêrîtanê be, tevlî nav xebatên Hêzên Taybet bûye. Wê di nav xebatên Hêzên Taybet de xwe di warê leşkerî û îdeolojîk de bi pêş ve biriye. Hevrêya Viyan a ku perwerdeya xwe bi serkeftî bi dawî kir, bi tevlîbûn û asta îdiakirina xwe ya di vê pêvajoyê de bawerî da hevrêyên xwe. Dîsa ji ber cewherê xwe yê meraqdar û vekirî di gelek xebatên girîng de cih girt û bi pratîkên xwe yên serkeftî yên di van xebatan de ji bo hemû hevrêyên xwe bû mînak. Di nav xebatên Hêzên Taybet ên ku berpirsyarî, baldarî, bawerî û însiyatîfeke bilind hewce dike de cih girt û ev xebat bi awayekî serkeftî xist pratîkê. Wê tu carî asta beşdarbûna heyî têr nedît û ji bo ku layiqî hevrêyên xwe yên şehîd û Rêber Apo be, diyar kiriye divê xwedî tevlêbûneke fedaî be. Hevrêya me Viyan bi afirandina ruhê fedayî yê Apoyî di nava xwe de bi pêkanîna erka şer re xwest tola şehîdan bistîne. Li ser vê bingehê derbasî rojavayê Zapê bû, li wir tevî sedan hevrêyên xwe, şer kirin û têkoşiyan. Hevrê Viyan di êrîşa dijmin de şehîd bû û ew ê her dem pêşengtiyê ji me re bike.

NASNAMEYA GERÎLAYÊ KU LI BAGOKÊ ŞEHÎD BÛ, HAT EŞKEREKIRIN

Roja 13’ê Gulanê 2023’an me di daxuyaniya dayî de eşkere kiribû ku li qada Bagokê ya Mêrdînê roja 2’ê Gulana 2023’an di navbera dijmin û hêzên me de şer qewimî û hevrêyê me Bahoz Çiya di van şeran de şehîd bûbû. Hevrêyê me Bahoz bi cesaret û biryardariyek mezin li dijî êrîşên dijmin rabû û heta nefesa xwe ya dawî bi fedayî şer kir û şehîd bû. Nûneriya xeta berxwedanê ya Partiya me kir û bû nemir.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Bahoz, em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û em car din soz didin ku bîranîna wî di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Bahoz Çiya wiha ne:

  Nasnav: Bahoz Çiya

  Nav û Paşnav: Erdal Marangoz

  Cihê jidayikbûnê: Wan

  Navê Dayik – Bav: Saliha – Zemîrhan

  Cih û Dîroka Şehadetê: 2’ê Gulana 2023’an / Mêrdîn

Xelkê me yê Qelqeliyê bi pêşketina Tevgera me ya li qada Serhedê re, bi girêdanek xurt girêdayî partiya me PKK’ê bûye û bi sedan zarokên xwe yên hêja  ku tevlî têkoşîne me kiriye, welatparêziya xwe bi layiqî aniye cih. Li dijî her cure êşkenceyên fîzîkî yên dijmin, kiryarên qirkirin û komkujiyê bi ti rengî ji sekna xwe tawîz nedaye û sekna bi rûmet a Kurdîtiyê nîşanî dijmin kiriye. Hevrêyê me Bahoz weke zarokekî xelkê wêrek li Qelqeliyê ji dayik bûye û bê guman bi terbiye, exlaq û zanebûna welatparêziyê ku ji malbat û derdora xwe girtiye, mezin bûye. Lewma hîna di temenê biçûkahiyê de Partiya me nas kiriye û tevlîbûna gerîla weke xwesteka xwe ya herî mezin diyar kiriye. Hevrêyê me Bahoz neçû dibistanên ku dewleta Tirk a qirker ji bo bişaftina zarokên Kurd bi kar tîne û bi vî rengî neketiye nava çerka bişaftinê ya dijmin. Lê artêşa Tirk a dagirker ji bo qirkirina gelê me, gelek rêbaz pêş xistine. Ji madeyên hişbirê heta fihûşê her cure bêexlaqî li dijî gelê me weke çek bi kar aniye û hewl daye ku bi van rêbazan ciwanên Kurd ji têkoşîna azadiyê dûr bixe. Hevrêyê me Bahoz di ferqa van polîtîkayên dijmin de bû û ev polîtîkayên dijmin di kesayeta xwe de pûç kir. Hevrêyê me demekê çû metropolên Tirkiyeyê û li vir jî şahidî ji polîtîkayên cudakariyê yên dijmin re kiriye. Dijmin her tim xwestiye ziman û çanda Kurdî qedexe bike û di bin zextê de bihêle, ev yek bûye sedem ku nerazîbûneke mezin di hevrêyê me Bahoz de çêbibe. Dîsa êrîşên dewleta Tirk ên bi piştgiriya çeteyan li ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêş xistî û komkujiyên ku li dijî gelê me pêk anî, bûye sedem ku ji bo hevrêyê me Bahoz pêvajoyek girîng a biryarbûnê çêbibe. Li dijî êrîşên dijmin hemûyan weke ciwanekî Kurd bawer kiriye ku divê gelê me parastina xwe bike û sala 2014’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û xeyala xwe ya zarokatiyê pêk aniye.

Hevrêyê me perwerdeya şervanên nû li qada Avaşînê dît û bi perwerdeyên ku dîtiye, di demeke kurt de fêrî jiyana gerîla û çiyê bûye. Di jiyana xwe ya gerîla de weke destpêkê ji têkiliyên hevrêtiya pîroz a gerîla bandor bûye. Têkiliyên hevrêtiyê yên di nava PKK’ê de, bi hevaltiyek a li cihek din re anîna beramberî hev, şaşitî hesab kiriye. Ji ber ku zaniye ku hevrêtiya PKK’ê hevrêtiya fikir û armancê ye û ew bi xwe jî bi vê zanebûnê tevlî jiyanê bûye û hewl daye ku bibe hevrêyekî baş ên hevrêyên xwe. Hevrêyê me Bahoz li qada Avaşînê nêzî 2 salan gerîlatî kiriye û li vir di aliyê hunera gerîlatiyê de bûye pispor. Kariye tecrubeyên salên dirêj di demek kurt de bi dest bixe û pêşengî ji hevrêyên xwe re kiriye. Hevrêyê me li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê her tim li çeperê pêş bûye û bûye xwedî tevlîbûnek bêyî teredut. Xwe nedaye paş û bi tevlîbûnek fedayî çûye ser dijmin û di gelek çalakiyên ku hatine kirin de roleke girîng lîstiye. Bi van serketinên xwe yên di van çalakiyan de ji hevrêyên xwe re bûye mînak. Sala 1016’an di êrîşa dijmin a li ser qada Avaşînê de bi giranî birîndar bû. Piştî pêvajoya tedawiyê ya nêzî salekî, car din baş bûye û vegeriye ser wezîfeya xwe. Hevrêyê me di pêvajoya xwe ya tedawiyê de li ser mijara taktîka gerîlatiyê lêhêrbûnên girîng kirine û ev pêvajo ji bo derketinên girîng kiriye bingeh.

Piştî ji tedawiyê vegeriya destpêkê li Akademiya Mahsûm Korkmaz perwerdeya îdeolojîk û fermandariyê dît, piştre perwerdeya pisporiya leşkerî dît û xwe di gerîlatiya demê nû de kûr kiriye. Hevrêyê me Bahoz ji xwe re kiriye armanca bingehîn ku têkoşîna xwe mezin bike û bi vî rengî bibe layiqê rastiya Rêbertî û şehîdan. Bawer kiriye ku ev yek bi vê yekê pêkan e ku li Bakurê Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a mêtinger yek bi yek şer bike. Li ser vî bingehî berê xwe daye Bakurê Kurdistanê û ber bi qada Serhedê ve ku lê ji dayik bûye, ketiye rê. Lê piştre ji ber hin pêwîstiyên xwe neçar maye ku derbasî xebatên cuda bibe. Bi tevlîbûna xwe ya di van xebatan de ku pêdivî bi ewlekariyek bilind, baldarî û disîplînê heye baweriya hevrêyên xwe vale neder xistiye. Bi pratîkên xwe yên serketî wezîfe û berpirsyariyên xwe yên demê, bê kêmahî aniye cih û kariye ji bendewariyên gelê me û hevrêyên me re bibe bersiv. Hevrêyê me Bahoz derbasî Bakurê Kurdistanê bû ku yek ji xeyalên wî yên herî mezin bû û li qada Mêrdînê têkoşîn meşand. Li vir jî bi tevlîbûna xwe ya bi cewherî pêşengî ji hevrêyên xwe re kiriye. Bûye yek ji hevrêyên me ku di operasyonên dijmin ên ji 27’ê Nîsanê 2023’an û vir ve bi armanca îmhayê dayî destpêkirin de derbe li ser derbeyan li dijî hêzên dijmin xistiye û wezîfeyên xwe yên dîrokî bi serketî pêk anîne û şehîd bûye.

Hevrêyê me Bahoz bi coş û fedakarî tevlî xebatan hemûyan bûye û bûye fermandarek ku ji pêşketinê re vekirî û pêşerojê vaad dide. Hevrêyê me Bahoz bi kesayeta xwe ya ji xwe bawer, dilnizmî û samîmiyeta xwe ya di têkiliyên hevrêtiyê de bûye mîlîtanek Apoyî yê mînak. Wê her tim di têkoşîna me de bijî û ji me re bibe çavkaniya hêzê.