Nasir Yagiz nikare razê, nikare ji şûna xwe rabe

Nasir Yagiz 97 roj in di greva birçîbûnê de ye. Bedena wî roj bi roj dihele. Yagiz êdî nema dikare razê, nema dikare ji şûna xwe rabe.

Nasir Yagiz piştî Leyla Guven berxwedêrê herî demdirêj e ku di greva birçîbûnê de ye. Yagiz 97 roj in di greva birçîbûnê de ye. Van hefteyên dawî rewşa wî ya tenduristiyê gelekî giran bûye. Êdî nema dikare razê û nikare ji şûna xwe rabe.

Sibehan bi alîkariya kesên li ber wî ne û doktoran dikare ji nava nivînan rabe. 

Tevî ku bedena wî roj bi roj, kêlî bi kêlî dihele, Yagiz dibêje ku çalakiya wî wê bi ser bikeve û tecrîd wê bê rakirin.

Doktor Durê Mihemed Uren dibêje, rewşa tenduristiyê ya Yagiz giran e. Li gorî Uren, Yagiz heta niha 14 kîlo li xwe kêm kiriye.

Uren diyar dike ku xwîna Yagiz di asteke normal de naherike û dibêje, "Ji ber ku çavên wî zehîf bûne, baş nabîne, mîda wî dixele û êş ketiye serê wî."

Ji ber ku ev êş bi şev girantir dibin, xew bi çavên wî nakeve. Yagiz her saet, ji aliyê fîzîkî ve dihele û rîsk hene ku pirsgirêkên tenduristiyê yên mayinde pê re derkevin.

Doktor Uren dibêje, "Yagiz tedawiyê qebûl nake. Tenduristiya wî roj bi roj bêhtir nebaş dibe. Gelekî li xwe kêm kiriye, di tansiyon, liv û tevgerê û çav de pirsgirêkên giran rû dane."

Li kampa penaberan a Mexmûrê jî endama Meclîsa Îşta Fadîle Tok 38 roj in di greva birçîbûnê de ye.