Nasir Yagiz ji çalakgerên jin re name şand

Nasir Yagiz ku 108 roj in li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, name ji jinên di çalakiyê de ne şand.

Nasir Yagiz ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 108 roj in li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye, ji Leyla Guven, Sebahat Tûncel, Selma Irmak, Kîbriye Evren û Dersim Dag re name şand ku ew jî mîna wî di greva birçîbûnê de ne. Guven 121 roj, Evren 83 roj, Tûncel û Irmak 58 roj û Dag jî 6 roj in di greva birçîbûnê de ne. Yagiz name bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê şand û bal kişand ser biryardarî, îrade, berxwedan û serketinê.

Nameyên Yagiz wiha ne:

JI HEVALA LEYLA RE;

HETA KU LEYLAYÊN ME HEBIN WÊ SERKETIN HER YA ME BE...

Îradeyeke ku li serketinê asê bûye, hevrêya dildarên jiyanê ku di oxira wê de canê xwe feda dikin.

Asta herî bilind a serbilindiyê ye ku wijdan weke qîrîna azadiyê derkete holê, bû xwedî îrade û mîna pola nirxên civakî diparêze. Ev berxwedana ku beriya 8'ê Adarê mezin dibe û tarîtiyê ji holê radike, bi pêşengiya jinan bi rê ve diçe.

8'ê Adarê ku asta herî jor a raperîna jinê ye, bi rengê Leylayan mizgîniya Bihara Azadiyê dide me.

Li jinên xwedî dilê rojê pîroz be.

JI HEVRÊYÊN MIN SEBAHAT Û SELMA RE;

Hûn hevrêyên Rojê, ku bi berxwedana xwe ya bi heybet li ber ruhê gemarî yê serdemê radibin û kelehên zilmê dihejînin; îradeya we wê me bi ser bixîne.

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji dil li we pîroz dikim.

Bi hêviya 8'ê Adarê yên azad...

Silav û rêz

JI HEVALA DERSIM DAG RE;

Nûnera ciwan a xwedî dilekî mezin a gelê min, ku hembêza xwe li tîrêjên rastiyê yên ronahiya Rojê vekiriye.

Şiyarên 'Me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî bi ser bikevin', 'Encam wê bêhempa be' rêya me ronî dike, baweriya me ya bi serketinê xurt dike.

Di şexsê hebûna we de ku vê bihara me ya berxwedanê bedew dike, 8'ê Adarê li hevrêyên jin ên ciwan hemûyan pîroz dikim.

Bi hêviya 8'ê Adarê yên azad.

JI HEVALA KÎBRIYE EVREN RE;

"Jiyan; tu bîra rasthatiyan e, tu dibetiyên bêdawî yên li dawa jinan e..."

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hevrêyên jin hemûyan ên ji bo jiyaneke azad û wekhev têdikoşin pîroz dikim.

Hevrêyê we

NASIR YAGIZ