Nasir Yagiz: Heta tecrîd were şikandin wê çalakiya min bidome 

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bê dorvger a Nasir Yagiz a li Navenda HDP’ê ya Hewlêrê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin di roja 46’an didomîne got,“Tu kes nikare Roja me tarî bike.”

Yek ji çalakvanên greva birçîbûyê ya bêdawî û bêdorvger Nasir Yagiz ê welatiyê Bakurê Kurdistanê li Hewlêrê di roja 46’an de ye. 

Çirûska berxwedana zindanan a greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li zindanan li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, li bajarê Hewlêr bi çalakiya welatiyê Bakurê Kurdistanê Nasir Yagiz gur bû. Niha di serî de li çar parçeyên Kurdistan û Ewropayê bi biryardarî heta şikandina tecrîdê dom dike.

Nasir Yagiz ê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ku di roja 46’an de bi hemû biryardarî dewam dike, her diçe rewşa wî ya tenduristî nebaş dibe. Nasir Yagiz têkildarî jiyan, malbat û armancên xwe yên çalakiyê nirxandinên berfireh kirin.

Yagiz wiha behsa jiyan û serpêhatiya jiyana xwe kir:

JI BER POLÎTÎKAYÊN ZEXTÊ Û ŞEWITANDINA GUNDAN KOÇBER BÛN’

“Navê min Nasir Yagiz ji navçeya Kercews a Êlihê me. Ez 26 salî me. Malbata min malbateke welatparêz e. Malbata min salên 90’î ji ber êrîşên qirker û şewitandina gundan a dewleta Tirk berê xwe didin Êlihê. Di sala 1992’an de du xalên min ji aliyê kontrayan ve li ber derê malê hatin kuştin. Bi wê re malbata min a girêdana wê hê zêdetir bi partiyê re çêbû û hîna jî dewam dike. Malbateke asayî û di halê xwe de bûn. Ji malbata min herî dawî xalê min 2012’an tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û di sala 2016’an de jî şehîd bû. 

DESTPÊKÊ TEVLÎBÛNA MIN HÊ ZÊDETIR HÎSÎ BÛN

Bêhtir ji aliyê hîsî ve min partî nas kir. Tevlî nav xebatên ciwanan ên HDP'ê bûm. Bi erka welatparêziyê tevlî nav çalakî û mîtîngan bûm.2014'an tevlî nav xebatên HDP'ê bûm. Wê salê bûme endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û DPB'ê. Nêzî salek û nîvê min berdevkiya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û DPB'ê kir.

HER KU ME RASTÎ DÎT ME GOT: ‘WAY LI MIN Ê ÇIMA HETA NIHA ME EV KAR NEDIKIR’


Di vê pêvajoya nav kar de hê zêdetir ez gihiştim rastiya dijmin a dagirker û polîtîkayên qirker û helandinê yên li ser gelê Kurdistanê. Her çendî me rastî dît û em li ser kûr bûn, ji nû ve me li çongkên xwe xist û digot; ‘Way li min ê çima heta niha me ev kar nedikir.’ Xebatên me bi vî rengî dewam kir ,heta Tebaxa 2016’an di encama operasyonên qirkirina siyasî de hatim destgîrkirin. Derdorî 6 -7 mehan girtî mam. Nêzî Sibata 2017’an jî hatim berdan. Hema piştî berdanê hê zêdetir ez ketim nava lêgerîn û lêkolînan ku ez ê bikarim hê zêdetir çi bikim. Ji ber ku tenê ez endamê HDP’ê û BDP’ê bûm hatim destgîrtkin û girtin. Heta sala 2018’an li Êlihê mam. Di vê navberê de her carê bi hincetên bêbingeh çend caran hatim destgîrkirin. Min xwe êdî li vê ranegirt û ez derbasî Başûrê Kurdistanê bûm.

LI BAŞÛR RABÛNA BI HÎSÊN NETEWÎ QELS E

Dema em li Bakurê Kurdistanê bûn, me li Başûrê Kurdistanê dinêrî, me digot li Başûrê Kurdistanê ala me heye, gelê me li vir e. Ya ji hemûyan girîngtîr navê wê Kurdistan e. Ez hatim vir tiştên ku min xeyala wê dikir û dîtin pir ji hev cuda bûn. Di aliyê çandî, nasname, parastin û netewî de pir cihêtî hene. Li ser bingehê têkoşînek ji bo Kurdistanê xebat pir kêm e û hizbayetî xurt e.

Dema hatim Başûr ti astengî min nedîtin, dema ji bo çalakiyê jî. Li Başûrê Kurdistanê jiyan bi awayekî asayî didome.

RÊBER APO HER TIŞT JI BO CIVAK Ê DIXWAZE

Heta tecrîda li ser Birêz Rêber Apo bidawî nebe wê çalakiya me bidome. Niha gelek caran tê gotin; ‘Kesek çawa dikare canê xwe feda bike ji bo kesekî’, niha ew mînak li çar parçeyên Kurdistanê bi van çalakiyan carekî din diyar dibe. Di Tevgera Azadiya Kurd de ev ruh tê dîtin. Dema em li sîstema Konfederalîzam Demokratîk a Birêz Ocalan dayî avakirin dinêrin, dibînin ku ti tişt ne ji bo kesekî ye, her tişt ji bo civak û netewê ye. Dema min dîtin ku ev sîstem raste rast ji bo xizmeta gel e, ez hê zêdetir tevlî kar bûm û min dest bi çalakiyekî wiha kir. Em dibînin vê sîstem kir ku Rojavayê Kurdistanê şoreş bê kirin û bi rengekî azad hemû pêkhate bi hev re dijîn û li hember êrîşan li ber xwe dide. Bi derketina PKK’ê re weke netew Kurd û Kurdistan derket holê û her kesî nas kir. Kurd bû xwedî nasname, bû xwedî çand û bû xwedî dîrok. Dema me ev dît me jî got; ‘Çima em jî nebin parçeyek ji vê û tênekoşin.’ Ev 20 sal in Serok Apo ji bo xwe tiştek nexwestiye, her ji bo civakê û ji bo netewa Kurd xwestiye ji bo Kurd û Kurdistanê têkoşîn kiriye. Eger îro Rêberê me her tiştî ji bo me dixwaze, çima em jî ji bo Rêberê xwe tiştekî nakin. Ev bû 3 sal ne ji aliyê tenduristî, ne ji aliyê ewlehî û ne jî agahiyek têkilî tendiristiyê me ji Rêberê xwe negirtiye. Dema ku wisa bû her ferdekî Kurd dema hinek li ser vê bifikire û xwedî wijdan be wê têkeve tevgerê.

BI RÛHÊ ‘HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN’ RABIN SER XWE

Bangawaziya min ne tenê ji bo Başûrê Kurdistan e, Kurdistan kirine çar parçe, lê yek e û ez ê wisa bang bikim; bila îro hemû gelê Kurd û Kurdistanî destê xwe dane ser wijdana xwe xwedî li Rêbertiya xwe derbikeve. Xwedînederketina li Rêberê xwe xwedînederketina li çand, netew û nasnameya xwe ye. Ev 20 sal in Rêber Apo ji bo me kar kiriye, em jî wê ruhê xwe ji bo wî bidin. Em ê li dijî her cûre desthilatdarî û tecrîdê bi hişmendiya ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ rabin ser xwe. Tevlî çalakiyan bibin, bi taybet divê gelê me yê Başûrê Kurdistanê ku Rêber Apo weke gelekî berxwedêr û qehreman bi nav dike jî rabe ser xwe û tevlî çalakiyan bibin. Heta em tecrîdê bişkînin û Rêbertiya xwe azad bikin wê çalakiya me bidome. 

Hemû hevalên me yên ku di serî de bi pêşengtiya Leyla Guven û pê ve girêdayî li vir û dîsa li zindanan û heta Ewropayê tevlî çalakiyan bûne, şehdîbûn jî dane berçavên xwe. Heta mirinê jî biçe wê bidome. Hemû bi dirûşma ‘Tu kes nikare Roja me tarî bike’ tevlî çalakiyan bûne. Em dikarin ji bo Rêbertiya xwe jiyana xwe bi dawî bikin, tu kes vê nikare bike. Heta tecrîd bi dawî bibe û em agahiyekê ji Rêber xwe bigirin wê çalakiyên me dewam bike, heta em ê hê xurtir û belavî tevahî cîhanê bikin. Divê gelê Kurd û Kurdistanî li ser vê bingehê bikeve tevgerê.”