Namzetên lîsteya Nifşên Nû bi gel re hatin ligel hev

Namzeta perlemeniyê ya Nifşên Nû, Rabîa Abas, ji bo hilbijartina ku wê 12’ê Gulanê li Iraqê pêk bê, li gundên Germiyanê, Selam Ebdulah jî îro li Haciawanê derketin pêşberî gel.

Di dorhêla kampanyaya hilbijartinê de namzetên Nifşên Nû Rabîa Abas ji bo xebatên hilbijartinê li gundên Gebiya, Şêrik, Kerîm Dawud ên navçeya Xaneqînê ku li herêma Germiyanê ne, çû serdana gel û esnafan.

Rabîa Abas û şandeya pê re li her derê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Rabia Abbas li deverên çûyî serdana wan pirsgirêkên gel û esnafan guhdar kir û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bal kişand li ser hilbijartinên ku wê 12’ê Gulanê pêk bên. Abbas, projeyên xwe bi gel re parve kirin û xwest ku ji bo wan kîjan herî baş e bila wê hilbijêrin.

Rabia Abbas, bi ciwanan re jî hate li gel hev û forma li ser wan belav kirin.

SELAM EBDULLAH JÎ LI HACÎAWAYÊ BÛ

Ji namzetên parlementeriyê yên lîsteya Nifşên Nû Selam Ebdulah jî îro li Hacîawayê derkete pêşberî gel.

Gel eleqeyeke zêde nîşanî Selam Ebdulah da û anîn ziman ku ji desthilatî û partiyên heyî bêzar bûne.

Ebdullah, daxwaz û pirsgirêkên gel guhdar kirin û got: “Beriya her tiştî em pişta xwe li gelê xwe germ dikin. Em bi piştgiriya gelê xwe projeyên xwe pêş dixin.

Ebdullah, ragihand ku wê di parlementoya Iraqê de ji bo wekhevî û jiyana bi hevreyî bixebitin.