Namzetên ji Merîwanê li dijî encamên hilbijartinê derketin

69 namzetên meclîsa bajêr a Merîwanê, ji hilbijartin bê betalkirin daxwaznameyeke hevpar radestî Komîsyona Hilbijartinê ya Eyaleta Sinê kirin.

Di daxwaznameyê de hat ragihandin, li bajêr 122 hezar hilbijêrên qeydkirî hene, lê belê di hilbijartinê de 164 hezar dengên derbasdar derketine.

Li Îranê, nerazîbûna li hemberî dek û dolabên di dema hilbijartinên Serokkomariyê û meclîsên bajar-gundan de hatin gerandin, dewam dike. Piştî hîleyên hilbijartinê yên li bajarê Merîwan ê li eyaleta Sinê, 69 namzetên meclîsa bajêr bi daxwaznameyeke hevpar serî li Komîsyona Hilbijartinê ya Eyaleta Sinê dan û xwestin hilbijartin bê dubarekirin.

Di daxwaznameya hevpar de bal hat kişandin ser 8 xusûsan û hat ragihandin, ku yek ji van xusûsan jî ew e; li Merîwanê 122 hezar hilbijêrên qeydkirî hene, lê di hilbijartinê de 164 dengên derbasdar derketine.

Qeymeqamê Merîwanê Mûhammed Şêfîî jî duh daxuyaniyek da, gef li gel xwar û diyar kir, ku ew ê nehêle hilbijartin were dubarekirin. Lê belê gel û namzetên Merîwanê nerazîbûn nîşanî qeymeqam dan û gotin, "Tu qeymeqamê 122 hezar kesî ye, ya jî namzetê 42 hezar hilbijêran e."

Hat ragihandin, Komîsyona Hilbijartinê ya Eyaleta Sinê, wê heta roja Sêşemê (sibe) bersivê bide namzetan.

Tevî Merîwanê, li bajarên Ûrmiye, Sinê û Xoyê yên Rojhilatê Kurdistanê hîle di hilbijartinan de hate kirin û îtiraza li encaman dewam dike.