Namzetên HDP’ê li Serhedê bi gel re dicivin
Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê li Serhedê bi gel re dicivin.
Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê li Serhedê bi gel re dicivin.
Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê yên Westana Wanê Melek Arapoglû û Veysî Şeker li gundan bi gel re civiyan. Şeker û Arapoglû ligel hewaya sar bi gel re civiyan.
SERAY
Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê yên Seraya Wanê Caziye Dûman û Şahabettîn Bîlmez tevî rêveberên HDP’ê li Taxa Orenbûrçê bi gel re civiyan. Li taxê namzeta hevşaredariyê Dûman axivî û diyar kir ku civandina girseyê ya li vê derê mirov serbilind dike.
TÛŞBA
Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê yên Tûşpaya Wanê Ayşe Mînaz û Yilmaz Berkî jî çûn serdana esnafên sanayiyê.
XELAT
Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê yên Xelaya Bedlîsê Seracettîn Gunbay û Miyaser Guneş bi rojnamegeran re civiyan. Namzetan diyar kirin, heke ew werin hilbijartin ew ê navçeyê bikin cihekî wisa ku, hemû gel karibin bi hev re bijîn.
DEP
Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê yên Depa Xarpêtê jî bi coş bi gel re civiyan. Namzeta Hevşaredariyê Serap Mûtlû di vekirina buroya hilbijartinê de berxwedana Leyla Guven silav kir û got: “Em baweriyê bi wijdanê gelê Depê tînin. Em bi hev re, têkoşîna jinan geştir bikin.”