Namzetên HDP'ê di nava gel de ne: 31'ê Adarê em ê bi ser bikevin!

Namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariyan li her devera Kurdistanê di nava gel de ne. Di çalakiyan de hate ragihandin ku 31'ê Adarê serketin a HDP'ê ye û berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin.

HDP li navçeyên Wanê buroyên hilbijartinê vedike û bi gel re civînan li dar dixe.

ŞAX

Buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya navçeya Şax a Wanê bi beşdariya namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin Mûstafa Avci, parlamenter Mûrat Sarisaç, Serokê Partiya Azadî û Mirovan Mehmet Kamaç, namzetên Hevşaredariya Şaxê Esra Babûr, Mûrat Bozdemîr, nûnerên KCD'ê û şêniyên navçeyê pêk hat.

Parlamenterê HDP'ê Sarisaç li merasîmê axivî û got, "Li navçeya me ya dîrokî li Şaxê wê 31'ê Adarê dîrokeke nû were nivîsandin. Ev hilbijartin ne tenê hilbijartina şaredariyê ye. Dengê em li vir bidin wê ne tenê ji bo Şaxê be. Wê ji bo gelê Kurd be." Sarisaç berxwedêrên greva birçîbûnê silav kir.

Namzetê Hevşaredariyê Avci jî diyar kir, eger ew bibin yek wê kes nikaribe zilmê li wan bike û nerazîbûn nîşanî gotinên Erdogan da. Avci got, "Yê ku biçe em nînin, tu bi xwe ye."

SARAY

Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Navçeya Sarayê Şahabettîn Bîlmez tevî heyetekê serdana taxa Karahîsarê kir. HDP'î bi rengekî girseyî hate pêşwazîkirin. Ji lîderên eşîra Şemsîkî Vehbî Yîgît diyar kir, li gel zext û polîtîkayên têkbirinê ew bi partiya xwe re ne.

QERQELÎ

Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Qerqeliyê Yakûp jî serdana esnafan kir, li nava kolanan geriya û bi welatiyan re sohbet kir.

QERS

Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen civîneke nirxandina hilbijartinê li dar xistin û gelek kes tevlî bûn. Alaca bi bîr xist ku HDP partiya gel e û got, "31'ê Adarê wê li Qersê mîna referandûmê be.

ERZÎROM

HDP li navçeyên Qereyazî, Tekman, Xinûs, Qereçoban, Koprukoy û Xorasanê karên xwe yên hilbijartinê didomîne. Di serdan û civînên gel de hate ragihandin ku wê 31'ê Adarê şaredariyên xwe ji nû ve bi dest bixin û dawî li polîtîkayên qeyûm bînin. 

MERSÎN

Li Mersînê namzetên HDP'ê bi xwepêşandanên mîna mîtîngan tên pêşwazîkirin. HDP'iyan li taxa Kazanliyê serdana malbatan kirin û li taxa Çayê buroya hilbijartinê vekirin. Piştî vekirina buroya hilbijartinê mîtîngek hate lidarxistin û parlamenterê HDP'ê yê Mersînê Tûran lê axivî. Tûran bal kişand ser grevên birçîbûnê û diyar kir, daxwazên Leyla Guven û hevalên wê daxwazên wan e. Hevserokê HDP'ê yê Mersînê Mûstafa Işik jî got, pêkhatina aştiya li welêt bi bidawîbûna tecrîdê ve girêdayî ye.

MELETÎ

Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevşaredariya Meletiyê Seda Çiplak Gultûtan li navçeya Arguvanê bi gel re civîn pêk anî û diyar kir ku partiya wan partiya jinan e û wê teqez bi ser bikevin. Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê Yûsûf Bozkûş jî got, "Xuya ye ku HDP wê li Arguvanê li pêş be. Karekî baş tê kirin, em ê teqez bi ser bikevin." HDP'iyan piştre serdana gundên Akçadag, Kurecîk, Harûnûşagi, Bekîrûşagi, Buyukkoy, Darica, Gumuşlu, Çakilpinar, Demîrcîler, Alaçayir, Çevîrme, Dûtlû kirin.