Namzetên HDP’ê bi gel re dicivin

Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê civînên xwe yên bi gel re didomînin. Namzet diyar dikin ku di 31’ê Adarê de ew ê bi ser bikevin.

Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê xebatên ji bo hilbijartina di 31’ê Adarê de didomînin.

AGIRÎ

Namzetên hevşaredariyê yên Agiriyê yên HDP’ê Abdurahman Dogar û Yelîz Karaaslan bi xebatkarên çapemeniyê yên herêmî re civiyan. Abdurahman Dogar pirsên rojnamegeran bersivand û got ku, “Bi hezaran endam û xebatkarên me hatine girtin lê dîsa jî em xebatên xwe didomînin. Em bi hêvî ne.”

MÛŞ

Rêxistina HDP’ê ya bajêr a Mûşê jî  li Rêya Îstasyonê ya li Taxa Zaferê buroya hilbijartinê vekir. Polîsan xwestin axaftina li ber buroyê asteng bikin. Namzetê hevşaredariyê yê Mûşê Sirri Sakik darbeya sivîl a di 2’ê Adara 1994’an de bi bîr anî û got ku “Bi girtina parlementeran re, wan digotin qey em ê vê têkoşînê bidin sekinandin lê bi salan re têkoşîn geştir bû.”

Li Gimgimê jî namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê Ulku Karaaslan û Mahmût Yalçin derbarê xebata hilbijartinê belavok belav kirin.

Li Milazgirê jî namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê Munevver Ceylan û rêveberên HDP’ê li taxan bi gel re civiyan.

DÎLOK

Rêxistina bajêr a HDP’ê ya Dîlokê jî li pêşiya Rêxistina navçeya Arabanê ya HDP’ê kom bûn. Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl jî li vê derê axivî û ji bo namzetên endamên meclîsê yên HDP’yî piştgirî xwest.

MÊRDÎN

Rêxistina bajêr a HDP’ê ya Mêrdînê jî xebatên vekirina buroyan didomîne. Li Mêrdînê navenda koordînasyona hilbijartinê hate vekirin.

Namzeta hevşaredariya Artûklûyê ya HDP’ê Fatma Yilmaz di vekirina buroyê de diyar kir ku di 31’ê Adarê de ew ê dîsa şaredariyan têxin bin xizmeta gel.

Namzeta hevşaredariya bajarê mezin a Mêrdînê yê HDP’ê Ahmet Turk jî li vê derê axivî û got ku, “Fikra me ne bi tenê rêvebirina bajaran e. Em xwedî li demokrasî û azadiyê jî derdikevin. Em hêvîdar in wê gelê me vê xespkirina şaredariyan ên bi destê qeyûman rake û qeyûman bişînin.”