Namzetên HDP’ê bi gel re civiyan
Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê li Wan, Çewligê, Agirî û Mûşê di çarçoveya xebatên hilbijartina xwecihî de bi gel re civiyan û diyar kirin ku di 31’ê Adarê de wê dawî li dagirkeriya qeyûman bînin.
Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê li Wan, Çewligê, Agirî û Mûşê di çarçoveya xebatên hilbijartina xwecihî de bi gel re civiyan û diyar kirin ku di 31’ê Adarê de wê dawî li dagirkeriya qeyûman bînin.
Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Wanê yê HDP’ê Mûstafa Avci li taxên Dêrê û Bejingir yên navçeya Elbak a Wanê çû serdana gel.
Namzetê HDP’ê yê Wanê Mûstafa Avci, Hevseroka DBP’ê ya Bajêr Ayla Tarhan, namzetên hevşaredariya Elbakê Şengul Polat, Erkan Acar, nûnerên KCD, aktivîstên TJA’yê û gel beşdarî xebatên hilbijartinê bûn.
Di serdanê de Mûstafa Avci axivî û got; “Ji ber bêkarî û hejariyê ji Elbakê di salên dawî de gelek koç çêbûn. Eger qeyûm evqas baş in çina weke namzet nehatin nîşandan û derketin pêşberî me? Qeyûmên Wan û Elbakê eger ji qeyûmên din baştir in, çima nekirin namzet? Zirara ku qeyûman dayî gel li holê ye. Em ê 31’ê Adarê dawî li hişmendiya qeyûman bînin.”
RÊYA ARMÛŞÊ
Namzetên Hevşaredariya navçeya Rêya Armûşê Şehdaze Kûrt, Azîm Yacan û rêveberên HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi şifêrên minîbus ên li ser rêya Serhat û Nexweşxaneya Herêmê kar dikin re civiyan û derbarê krîza aborî de sohbet kirin.
SERAY
Namzetên Hevşaredariya navçeya Serayê Caziye Dûman, Şehabettîn Bîlmez û heyeta li gel çûn serdana gundên Cozik û Kavilik yên navçeyê û bi gel re civiyan.
ÇEWLIG
Namzetên Hevşaredariya Çewligê Hatîce Kavran, Hîşyar Ozsoy û endamên meclîsa şaredariyê bi xebatkarên çapemeniya xwecihî re civiyan. Hîşyar Ozsoy balkişand ser krîza aborî û got; “Wê piştî hilbijartinê bêîstikrarî kûrtir bibe û hemû hêz li Qesrê hatiye komkirin û baweriya kesî jî pê nayê. AKP bi MHP’ê re welat xistiye nava pirsgirêkan. Tiştekî ku ev bidin gelên Tirkiyeyê nîne.”
Ozsoy qala pirsgirêkên bajêr jî kir û got; “Kapasîteya AKP’ê ya çareserkirina pirsgirêkan nîne. Şaredarî divê pirsgirêkên gel li cih de çareser bike û budceya ku tê diyar kirin bi gel re bi kar bîne. Em serî de soza vêya didin.”
Namzeta Hevşaredariyê Hatîce Kavran jî qala pirsgirêkên jinan ên li bajêr kir û got; “Li Çewligê bi taybet cihekî ku jin lê xwe baş hîs bikin tune ye. Em ê atolyeyên hilberînê û perwerdehiya jinan ava bikin. Em ê di her qala jiyanê de jinan hê bêhtir çalak bikin.”
AGIRÎ
Namzetên Hevşaredariya Agirî Yelîz Karaaslan û Abdurrahman Dogar îro ji bo xebatên hilbijartinê çûn navçeya Zêdikanê. Tevî ku gelek nuqte ji aliyê leşker û polîsan ve hatibû dorpêçkirin buroya hilbijartinê bi beşdarbûna gelek welatiyan hate vekirin.
Di vekirina buroyê de Namzetê Hevşaredariya Navçeyê Rifat Yerlîkaya axivî û soz da ku ew ê bi gel re xebatên girîng bikin.
Piştre Namzetê Hevşaredariyê yê Agirî Abdurrahman Dogar axivî û got; “Di sedsala 21’an de hê ji pirsgirêka av, kanalîzasyon û qirêjiyê ya Zêdikan heye. Yê ku van pirsgirêkan çareser jî bike HDP ye.”
Namzetên Hevşaredariyê yên Agirî Karaaslan û Dogar piştre çûn serdana Cemiyeta Rojnamegerên Rojhilata Navîn, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr.
MÛŞ
Li navçeya Gimgim a Mûşê buroya hilbijartinê ya HDP’ê bi merasîmekê hate vekirin. Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç, namzetên hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik û Sîbel Genç, namzetên hevşaredariya Gimgimê Mahmût Yalçin û Ulku Karaaslan û rêveberên partiyê beşdarî vekirina buroyê bûn.
Namzetê Hevşaredariyê Sirri Sakik axivî, îradeya gelê Gimgim a hilbijartina 2014’an de bi bîr xist û got; “Vî gelî carekê îradeya xwe diyar kir. Yên ku ev îrade xesp kirin wê 31’ê Adarê bibe roja dawiya wan.”
Namzet Sîbel Genç jî qala girîngiya dîroka Gimgimê kir, parlamenter Gulistan Kiliç Koçyigit jî Leyla Guven û girtiyên azadiyê silav kir.