Namzetê YNK’ê yê serokkomariyê Berhem Salih e

Rêveberiya YNK’ê ji bo namzetiya serokkomariyê Dr. Berhem Salih hilbijart.

Rêveberiya YNK’ê îro li Silêmaniyê daxuyanî da. Berdevkê YNK’ê Ehmed Sadî Pîre diyar kir ku namzetê wan ê serokkomariyê Berhem Salih e.

Pîre diyar kir ku di civînê de herî zêde Berhem Salih deng stendiye.  Pîre got ku, “Namzetê YNK’ê yê serokkomariyê yê fermî Dr. Berhem Salih e.”

DR. BERHEM SALIH KÎ YE?

Dr. Berhem Salih di sala 1960’î de li Silêmaniyê ji dayîk bûye. Di nav YNK’ê de peywirên di asta bilind de pêk aniye. Demekê Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê jî kir. Piştî wefata Mam Celal ji YNK’ê veqetiyabû û Koalîsyona Demokrasî û Edaletê ava kiribû.