Namzetê serokkomariyê yê YNK’ê Berhem Salih ji partiya xwe îstîfa kir

Namzetê serokkomariyê yê fermî yê YNK’ê û serokê Koalîsyona Demokrasî û Edaletê Berhem Salih bi awayekî fermî ji partiya xwe îstîfa kir.

Endamê Lijneya Rêveber a Koalîsyona Demokrasî û Edaletê Mûhammed Raûf di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku tevî Berhem Salih hin endamên din jî îstîfa kirine. YNK’ê îro diyar kiribû ku namzetê wan ê serokkomariya Iraqê Berhem Salih e.

Raûf diyar kir ku ew ê koalîsyon xebatên xwe bidomîne û got ku, “Piştî demeke kurt, ji bo dahatûya koalîsyonê û awayê wê yê rêxistinbûnê em ê civînekê li dar bixin.”

Rêveberiya YNK’ê vê sibehê li Silêmanî civiyabû û diyar kiribû ku namzetê wan ê fermî yê ji bo serokkomariya Iraqê Berhem Salih e.