Namzetê Rêveberiya Xweser Kasim Keşko ket Meclîsa Mûsilê

Li gorî daxuyaniya Desteya Bilind a Hilbijartinan a Iraqê, namzetê PADÊ û Rêveberiya Xweser a Şengalê Kasim Keşko di hilbijartina meclîsên Mûsilê de bi ser ket.

Encamên hilbijartinên meclîsên bajaran ên di 18’ê Kanûnê de li Iraqê hatin lidarxistin, eşkere bûn. Li gorî daxuyaniya komîsyonê ji 15 milyon û 108 hezar û 135 hilbijêran ji sedî 41 çûne ser sindoqan. Di hilbijartinên meclîsa bajarê Kerkûkê de YNK bi Tifaqa Kerkûk Hêz û Îradeya Me ye bû partiya yekem.

Navendeke din a balkêş a hilbijartinan Şengal bû. Gelê Şengalê dengê xwe da Meclîsa Nînowa/Mûsilê.

Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) bi hin partiyan re ku YNK jî di nav de ye, tifaqa Yekîtiya Gelê Nînowayê ava kiribû.

PADÊ di çarçoveya hilbijartinan de 4 namzet diyar kiribû. Hat ragihandin ku yek ji namzedan Kasim Keşko bû û li gorî encamên hatin eşkerekirin bi ser ket.