Nameya Çaglar ê berî salekê bedena xwe da ber agir

Sefer Çaglar ku li dijî operasyona dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê berî salekê bedena xwe da ber agir, eşkere bû ku rojek beriya çalakiya xwe nameyek nivîsî ye.

Hêzên dagirker ên Tirk 18'ê Adara 2017'an ketibûn nava navenda Efrînê. Bi vê dagirkeriyê re dewleta Tirk sûcên giran ê şer û yên li dijî mirovahiyê kiribû. Rojek piştî dagirkeriyê, girtiyê siyasî Sefer Çaglar şeva 19'ê Adarê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê ji bo şermezarkirina dagirkeriyê bedena xwe dabû ber agir. Çaglar rakiribûn nexweşxaneyê, lê 20'ê Adarê şehîd bûbû.

Derket holê ku Çaglar beriya çalakiya xwe nameyek ji heval û malbata xwe re hiştiye.

'EFRÎN BI SER KETIYE'

Çaglar di destpêka nameya xwe de Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Efrînê pîroz dike.

Nameya Çaglar wiha ye: "Tê zanîn, em gel di pêvajoyeke dîrokî de ne ku destketiyên xwe yên mezin hene. Êrîşên qirker û dagirker ên li Efrînê hatin kirin di heman demê de hewldana dawî ya 'zindîkirina komploya navneteweyî' ne ku bi hewldan û kedeke mezin a Rêbertî, bi sedan hevrêyên fedayî û gelê me yê bi rûmet û fedakar hatiye têkbirin. Pêwîste were zanîn ku armanca bingehîn a êrîşên li ser Efrînê wiha ye û divê bi vî rengî bê fêhmkirin. Gelê Efrînê îro bi ser ketiye. Efrînê û berxwedana wê bi rengekî mezin bi ser ketine. Tevahiya dinyayê çi vekirî çi jî neyekser piştgirî dan vê dagirkeriya hovane û li derveyî mirovahiyê. Gel û milîtanên fedayî yên Efrînê bi ruhê Avesta Xabûr derba destpêkê li dagirkeriyê xistin û nîşan dan ku serketin wê ya me be. Bi vî rengî derba mezin li gava duyemîn a komploya navneteweyî hatiye xistin. Lê belê têrê nake. Agirê azadiyê divê li her derê gur bibe û dem hatiye ku em 'Eşqa xwe ya Kurdistanê' azad bikin. Ez piştrast im ku hevrêyên me û gelê me wê bi hişmendî, îrade û biryardariyê têkoşînê geş bikin, bi ser bikevin û xeleka komploya navneteweyî parçe bikin."

'ÇALAKIYA MIN REXNEDAYINEK E'

Çaglar diyar dike, çalakiya wî rexnedayinek e û bi dewamî diyar dike, "Çalakiya min rexnedayineke dîrokî ye. Vê çalakiya xwe bi dilsoziya bê dawî ya bi şehîdên şoreşa Kurdistanê û Rêbertî, li ser xeta PKK'ê pêk tînim. Çalakiya min daxwaza azadiyê ye bi agirê Newrozê û têkbirina hemû qirêjiyan e. Çalakiya min ew biryardarî ye ku bibim ewladekî baş ê xwedawenda li dijî xwedayên sexte û zordar. Îradeya biserxistina paşerojê ye ji niha ve. Çalakiya min daxwaza meşa li ser xeta şehîdên mezin ê şoreşê Mazlûm, Xeyrî, Zîlan, Kemal, Bêrîtan, Viyan, Ferhat, Arîn, Avesta û şehîdên şoreşê ye. Daxwaza fêhmkirin, jiyîn û yekbÛna bi rastiya Rêbertî re ye. Çalakiya min israra di jiyana azad, azadî, partîbûn û tevgera PKK'ê de ye ku berxwedan û serketina mezin hîn dike. Çalakiya min feraseteke mezin a rexnedayinê ye li pêşberî xweza, jinê, mirovahiyê, gelê min e. Li dijî jiyana pergalê, sekneke li dijî qirêjiya tinekirinê ye. Şerê li dijî wê ferasetê ye ku hemû nirxan têk dibe, bêtêkoşîn û bêrêxistiniyê ferz dike. Çalakiya min Newrozbûn e. Bi ruhê Newrozê gurkirina agirê têkoşînê ye. Careke din soza dilsoziya bi Rêbertî û şehîdan didim, Newroza we hemûyan pîroz dikim."