Nahêlin parêzer nûçegihanan bibînin

Li Wanê piştî ku 4 nûçegihan hatin destgîrkirin, heta 24 saetan nahêlin ku parêzer wan bibînin.

Li Wanê nûçegihan Adnan Bîlen ,Cemîl Ugur, Şehrîban Abî û Nazan Sala hate destgîrkirin.

Polîsan deriyê Ajansa Mezopotamyayê şikandin, bi setan hundir seh kirin. Nûçegihanan dema ku xwestin dema hundir seh dikin li wir bin polîsan ew asteng kirin. Nûçegihanên kuı hatine destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê.

Nûçegihanê MA'yê Cemîl Ugur dema ku hatî destgîrkirin deverû hate dirêjkirin. Hevpîşeyên Ugur destgîrkirina pîşeyê xwe bi kamerayê qeyd kirin lê polîsan bi darê zorê dîmen jê birin.

Diyar bû heta 24 saetan wê nehêlin ku parêzer nûçegihanan bibînin.