‘Nabe hikûmet ferqê bixe navbera welatiyên xwe’

Nivîskar û rewşenbîr Letîf Fatîh Ferec bal kişand ser helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo êrîşa Mêrsînê ya li ser welatiyên Kurd û diyar kir ku yên li Mêrsînê êrîşî Kurdan kir û yên bi hinceta muzîka Kurdî ciwanên Kurd qetil kirin heman in.

Dewleta Tirk a dagirker 23’yê Nîsanê êrîşeke berfireh a dagirkeriyê li ser Avaşîn, Metîna û Zap ên Herêmên Parastinê yên Medya û Başûrê Kurdistanê da destpêkirin. Artêşa Tirk bi rojane xaka Başûrê Kurdistanê bombe dike û leşkeran li her deverê bê cudahî bi cih dike, li beramberî vê hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraq bêdeng in.

Li Başûrê Kurdistanê bi temamî xaka dewleta Tirk dagirkiriye bi qasî welatê Lûbnan heye. Tevî vê jî hikûmeta Herêmê hem li ber dagirkeriyê û hem jî li ber valakirina gundan ne xwedî ti helwest û tevgerekê ye.

Li hember êrîşeke wiha ya berfireh a dagirkeriyê bêdengiya Herêma Kurdistanê û Iraqê û tevî bangên ji bo pêşîlêgirtin û rêzgirtina ji serweriya xaka Iraqê re jî, balkêş e.

Rojên borî malbateke Kurd a ji bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê çûbû Mêrsînê. Li vir komeke nîjatperest êrîşî wan kir û ferdên malbatê bi giranî birîndar kir. Piştî vê bûyerê Waliyê Hewlêr, Berpirsê Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistnê, Parlementoya Kurdistan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyanî dan û ev yek şermezar kir. Lê heman welatiyên Herêma Kurdistanê li gundê Kuysteş li qontara Çiyayê Metîna di bin bomberdûmana dewleta Tirk de ye, her heman welatiyên Herêma Kurdistanê ne, çima hikûmeta Herêmê ji bo vê helwesta xwe diyar nake?

Nivîskar û reweşenbîr Letîf Fatîh Ferec diyar kir ku divê her Kurd li ber êrîşa nîjatperest a li Mêrsînê ya li ser malbatek Kurd dengê xwe bilind bike û got: “Berpirsê vê êrîşê hikûmeta Herêmê ye. Zêdetirî salekê ye dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê êrîşan pêk tîne. Welatiyên herêma Kurdistanê qetil dike. Rêveberên hikûmetê nikarin li ber vê deng bikin. Berê jî li ser êrîşa li Trabzon a ala Kurd tiştek negotin. Dewleta Tirk bi eşkere li ser xaka Kurdistanê çi bi xwaze dike, bê ku pirsa xwe bi kesê bike.”

Ferec diyar kir ku rêveberên Herêma Kurdistanê şûna Tirkiye sûcdar bikin, mîna rayadarên Tirk daxivin û diyar dikin ku PKK sûcdar in. Ferec wiha domand: “Rojane Tirkiye heqaret û sivkatiyê li Kurdan dike, hikûmet li ber vê deng nake. Wisa xuya ye li gel vê desthilatê Kurdên Efrîn û Hewlêr cuda ne. Wisa nêzîk dibin. Ev jî dişibe hişmendiya faşîst a Tirk a ‘Kurdên baş û xirab’.”

Ferac got: “Êrîşa li Mêrsîn a li ser malbateke Kurd heman êrîşe û refter e ku li ser ciwanê Kurd ku bi hinceta muzîka Kurdî qetilkiribû. Nabe Herêma Kurdistanê ferqê bixe nava welatiyan.”