MXDŞ: Em ti biryarên bêyî îradeya Şengalê qebûl nakin

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bal kişand ser nîqaşên navbera Hewlêr û Bexdayê yên li ser Şengalê û destnîşan kir, ku wan berdêlên giranbuha dane, lewma bêyî nêrîna xelkê Şengalê wê ti biryarên li ser Şengalê qebûl nekin.

Ev demek di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser mijarên, ewlekarî û rêveberiya Şengalê nîqaş tên kirin, ku bêyî nêrîn û îradeya gelê Şengalê hewl tê dayin, guhertinê li herêmê bikin.

 Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku ji dema şerê DAÎŞ'ê heta niha wan berdêlên giranbuha dane, bi vî rengî gelê Şengalê bûye xwedî îrade û destnîşan kir, bêyî vê îradeyê ew ti lihevkirina li ser Şengalê qebûl nakin.

Di daxuyaniyê de komkujî û qirkirinê heta niha li dijî civaka Êzidî hatine kirin hatin bibîrxistin û hate ragihandin ku herî dawî di 3'ê Tebaxa 2014'an de piştî ku PDK'ê Şengal radest kir û hikumeta Iraqê xwedî li Şengalê derneket, DAÎŞ'ê dest bi komkujiyê kir.

Meclîsê diyar kir ku ev armancên neyaran bi ser neket û di encama têkoşîn û berxwedanê de civaka Êzidî bû xwedî hêz û îrade û bi dayina berdêlên mezin pêşî li dijmin girt.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku beriya sala 2014'an îrade û siyaseta partiyên siyasî li ser Êzidiyan dihate ferzkirin, lê ew dem êdî derbas bûye, civaka Êzidî jî ne ya berê ye.

Meclîsê bal kişand ser danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê yên li ser herêmên nakok û diyar kir, "Nîqaş çi dibe bila bibe, proje û biryarên li ser Şengalê bêyî nêrîna Êzidiyan wê encam negire. Lewma em vê pêvajoyê û nîqaşên tên kirin ji nêz ve dişopînin."

Meclîsê destnîşan kir ku armanc û daxwaza wan a sereke ew e ku civaka wan bê parastin, statuya Şengalê mayinde bibe û wiha dewam kir: "Di rewşeke berevajî de, biryar û lihevhatinên li derveyî nêrîna me, eger îradeya me ya civaka Êzidî li derveyî vê pêvajoyê bê hiştin, wê biryarên bên wergirtin bê encam bimînin, wê pêk neyên."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di dawiya dawî de em dibêjin, ti guhertin û guftugoyên em tê de nebin, em qebûl nakin."

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê diyar kir ku ji bo nîqaşên li ser madeya 140'î ya herêmên nakok bi encam bibe, divê ew jî weke aliyekî cihê xwe di nav de bigirin, bi vî rengî bên naskirin.

Meclîsê destnîşan kir ku ji bilî nêzîkatiyeke bi vî rengî ti nîqaş û danûstandin wê neyên qebûlkirin û diyar kir, ku çareserî bi wan re dibe.