MXDŞ'ê têkildarî Garê bang li civakê kir: Bi hêzên xwe yên parastinê re bibin yek

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê êrîşa dagiker a Tirk a li ser Garê şermezar kir, bang li Iraqê kir ku pêşî li van êrîşên bigire. Meclîsê bang li gel jî kir ku li dora hêzên xwe yên parastinê kom bibin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê derheqê êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Garê daxuyanî da. Meclîsê êrîş şermezar kir, bang li hikûmeta Iraqê kir ku pêşî li van êrîşan bigire.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em Meclîsa Xweseriya Demikratîk a Şengalê, êrîşa ku li ser Garê hatî destpêkirin şermezar dikin û vê êrîşê weke êrîşa li ser Şengalê be dibînin. Ji bo dewleta Tirk a dagirker cih û dîrok ne giring e, li kû derê civak gavên ji bo azadiya xwe bavêje dewleta Tirk berê xwe dide wir.

Osmaniyan gelek ferman bi ser me de anîne. Çawa di dîrokê de Ferîq Paşa ferman li ser Êzdiyan radikirin û gelê me qetil dikir, îro jî Erdogan jî wek berdewamiya wan DAÎŞ xwedî kir û bi hevkariya PDK’ê xwestin planên wan yên nîvco sedsala 21’ê de li ser me bibin serî.

Niha Erdogan bi dagirkirina Şengalê gefê li me dixwe û tişta ku DAÎŞ'ê nikarîbû bike, pêk bîne. Mixabin her dem li kêleka dijmin yên ku navê Kurd li ser wan e didin pêşiya dijmin û rê ji bo wan xweş dikin.

Niha jî PDK bi dewleta Tirk re bûye yek û di hemû êrîşên dijî gelê Kurdan de destekê dide wan. Çawa di êrîşa li ser herêma Garê de PDK’ê rolê wê di êrîşê de heye, dixwaza bi heman awayî bi pêşiya dewleta Tirk bikeve û wan derbasî Şengalê bike. Em bang li hikûmeta Iraqê dikin da ku rê li ber van êrîşan bigire. Êrîşa li ser Garê binpêkirina serweriya axa Iraqê ye, ev dibe şermek mezin ji bo Iraqê eger li himber van êrîşan helwest daneyîna .

Herî dawî em dibêjin ya girîng sekna gelê me ye. Pêwîst e li her dera ku êrîş pêk werin gelê me dest ji hêzên xwe yên parastinê bernedin û li her derê ji bo van êrîşan pêwîst e civak yekbûna xwe bi hêzên parastinê re nîşan bide.''