Mûsa Qasim: Li dijî pergala tecrîdê pêwîstî bi têkoşînek hevpar heye

Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ Mûsa Qasim, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Divê tevahî mirovên aştî û azadîxwaz û bi taybetî gelê Kurd li dijî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bibe yek û rabin ser piyan.”

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Mûsa Qasim li ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî . Qasim destnîşan kir ku, di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de hêza fikrî yê Abdullah Ocalan bi ser ket û got ku, ji bo pêşî li vê hêzê bigirin, tecrîd xistine dewrê.

'BERXWEDANA GERÎLA PLANÊN DESTHILATDARAN TÊK BIRIN’

Qasim da zanîn ku, beriya şerê li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê ya sala 2014’an hevdîtina ligel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî pergalî pêk dihatin û got, “Piştî ku li Iraq û Sûriyeyê bi taybet li Şengalê gerîla xwe ji çiyayên Azad berdan û rê li ber planên dewletên desthiladar ku dixwestin bi rêya DAÎŞ'ê li Rojhilata Navî de komkujî pêk bînin girtin, ji wê demê û şûnde tecrîda li ser Rêbertî zêdetir bû. Dewletên mêtînger, hêzên gerîla nexistibûn hesaba xwe ku wê rojekê xwe ji çiya berdin û li deştê û nava bajaran li hemberî zilma çeteyan li ber xwe bidin, gel biparêzin û fikir bidin gel ku xwe rêxistin bikin.”

'RAMANÊN RÊBERTÎ BANDORA XWE LI SER TEVAHIYA CÎHANÊ KIR’ 

Mûsa Qasim di berdewamiya axaftina xwe de, îşaret bi bandora ramanên Abdullah Ocalan li ser tevahiya cîhanê kir û wiha got, ''Ji ber ku hêza fikrî ya Rêber Apo, bandora xwe li ser tevahiya cîhanê kir û bi taybet di pêvajoya şerê li hemberî DAÎŞ'ê de ev yek derketa holê. Hêzên desthilatdar ji bo ku rê li ber belavbûna fikrê Rêbertî bigrin, plana xwe ya tecrîda li Îmraliyê kirin meryetê. Rêber Apo ji bo tevahiya gelên cîhanê wekhevî û aştiyê dixwaze. Ji bo gel bibe xwedî îrade û karibe xwe bi xwe birêve bibe fikir dide. Lê dewletên desthilatdar li hemberî îradeya gel xwe nagirin û dixwazin di şexsê Rêber Apo de vê îradeyê bişkînin.”  

'DEWLETA TIRK LI SER GEL KOLETIYÊ FERZ DIKE’

Qasim destnîşan kir ku, dewleta Tirk a dagirker ji bo berdewamkirina kevneşopiya sîstema Osmaniyan, êrîşê gel dike û bi zext û zorê dixwaze pêşiya têkoşîna gel a azadiyê bigire. Qasim wiha dewam kir, “Dewleta Tirk li ser gel koletiyê ferz dike. Ramanên Rêber Apo li dijî pergala dewletbûnê ye. Rêbertî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya gelan jiyaneke wekhev û azad  dixwaze. Rêber Apo ji bo gelên bindest ên li tevahî cîhanê têdikoşe. Êrîşek dijwar li hemberî ramanên Rêbertî û şopdarê wê heye. Bi taybet di vê sedsaliyê de hemû hêza xwe dane ser Îmraliyê û naxwazin nêrîn ji Rêbertî ji bo vê pêvajoyê derkevin.”

‘PÊWÎSTE JI BO AZADIYA RÊBERTÎ HER KES SEFERBER BIBE’

Qasim di dawiyê de anî ziman ku, divê tevahî mirovên aştî û azadîxwaz û bi taybet gelê Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikeve nava tevgerê û wiha axivî, “Pêwîste her kes li dijî pergala tecrîdê derkeve û rabe ser piyan. Bi taybet civaka me yê Êzidî. Ji ber ku civaka Êzidî yek ji civaka ku herî zêde zilm lê hatiye kirin û di fermanan re derbas bûye. Ji bo ku em bi awayek azad li ser axa xwe bijîn, divê em xwedî li Rêber Apo derkevin û li dijî tecrîdê di nava çalakiyan de bin.”