MSD’ê salavegera serketinê pîroz kir

MSD’ê salvegera serketina QSD’ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bidest xistî, pîroz kir

Meclîsa Sûriye ya Demokratîk (MSD) têkildarî salvegera serketina Hêzên Sûriye ya Demokratîk (QSD) ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidest xistibû, daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya MSD’ê wiha ye:

Di ser serketina Baxozê re salek derbas bû. Lê belê serketina yekê li Kobanê bû ku ala berxwedanê li wir hate hildan û cîhan di şoqê de hişt û ber bi aliyê xwediyê maf ve kişand. Xweparastina ku bû taybetmendiya vê serdemê di berxwedana li dijî terorê û tunekirina wê de, bi hevbendiya bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re û destkeftiyên ku li dijî hovanetirîn dijminê ku gelên herêmê û cîhanê nas kiriye, bi encam bû. Ev serkeftin wek encama têkoşîna gel û hêza şoreşgerî ya birêxistinkirî pêk hat, ku mînakeke herî berbiçav a biratiya gelan û yekitiya çarenûsa wan e.

Em spasiya malbatên ku zarokên xwe ji bo pêkanîna erka xweparastinê şandine, dikin. Yên ku li benda wan bûn ku serkeftî vegerin, dema ku şehîd bûn jî gotin ew namirin û bi wan serbilind bûn. Tu tişt bi qasî pîrozahiya pêşkêşkirina zarokan di oxira welêt de, nîne. Ev welatê ku em hewl didin ji nifşên pêşerojê re xweş, bi istîqrar û hevgirtî bikin. Em hewl didin dewleteke nenavendî, demokratîk ku tê de wekhevî û edalet di navbera hemû gelan de hebe, ava bikin.

Piştî serkeftina leşkerî, em û herêmên me di rewşeke zehmet re derbas bûn ku diviyabû em li hemberê li ber xwe bidin. Pêwîst e hêzên ewlehiyê şerê li dijî bermahî û şaneyên razayî dewam bike. Ji ber ku hîna aktîv in. dewleta Tirk a dagirker jî herêmên din li Serêkaniyê û Girê Spî bi lihevkirina bi hevalbendê xwe Amerîkayê re, dagir kir. Beriya wê jî peymaneke Rûsya û Tirkiyê li ser Efrînê hebû. Ev tê wateya ku berjewendiyên dewletên meizn li dijî berjewendiyên gelan in. Lewra divê em parastina mafên xwe bikin û siyasetên ku em tê de berjewendiyên xwe diparêzin, ava bikin. Her wiha divê em herêmên xwe ji dijminên heyî û yên demên pêş rizgar bikin û rêveberiyeke qewîn ku karive di hemû aliyên siyasî, aborî û leşkerî de xwe ragire, ava bikin. li pêşiya me berpirsiyariyên mezin hene ku divê ji bo avakirina dewleta Sûriyê ya demokratîk û ne navendî ku tê de rêveberiyên herêmî û xweser geşkirin û istîqrarê pêk tînin, bidomînin. Ev erkeke siyasî ye, divê bi serkeftî bi dawî bibe.

Em vê salvegerê li hemû kesên ku ji bo pêkanîna armancan kar kirine, pîroz dikin. Her wiha em nirxekî mezin didin birîndarên şer ku pêşengiya civakê kir û careke din beşarî avakirina civakê dibin.

Giyanê şehîdan şad be, şehîd namirin.”