MŞD’ê êrîşa PDK-AKP şermezar kir,bang li YE, NY,DYA kir ku helwest nîşan bidin

MŞD’ê êrîşa bi hevkariya PDK-AKP’ê ya bi ser Şengalê de şermezar kir, bang li Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, Emrîka kir ku helwestê nîşan bidin. MŞD’ê bang kir gel li her deverê rabe ser piyan.

Meclîsa Şengal a Derveyî Welat (MŞD), têkildarî êrîşên balafirên şer daxuyaniyek nîvîskî da, êrîş şermezar kir û banga seferberiya serhildanê kir.

Daxuyaniya MŞD’ê wiha ye:

‘’Em êrîşa hikûmeta faşîst a AKP’ê ya li ser Şengalê bi tundî şermezar dikin

Îşev saet li derdora 02.00’an balafirên şer ên dewleta Tirk herêma Şengalê bombe kirin. Mîna DAIŞ’ê êrîşeke hovane birine ser gelê me yê Êzîdî. Plan û projeyên wan êdî diyar e ku berdewama plana 3.8.2014’an e. Çawa ku di nav plana xwe ya 3.8.2014’an de fetisîn, çawa ku 2.3.2017’an bi ser neketin, îro jî jî bi bi balafirên xwe êrîş bi ser gelê me yê Êzîdî yên Şengalê de anîn.

Di vê êrîşê de careke dî hevkariya AKP-PDK’ê xuya dike. Plana AKP û PDK eşkere dibin û ev berdewama êrîşa 3.8.2014’an e.

Diyar e ku piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê 26.2.2017’an çû Enqerê ev plan hatiye girêdan.

Em Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat (MŞD) êrîşan faşîstî ên AKP’ê bi tundî şermezar dikin, em îxaneta PDK û hevkarên PDK’ê bi tundî şermezar dikin û bang li gelê xwe dikin ku li hemû qadan li ser piyan bin.

Em bang li Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, bang li Amrîkayê dikin ku bi lezgînî mudahele were kirin û daxwaza gelê Şengalê were bicihkirin.’’