BI DÎMEN

MSD’ê bang li Koalîsyona Navnetewî kir

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ji bo sivîlên ku ji dest DAIŞ’ê filitîn banga alîkariya lezgîn kir.

Di 3 rojên dawî de li 10 hezar sivîlên li Reqa, Mesker, Tel Afer û Kerkûkê ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin derbasî Eyn Îsa hatin kirin. Ji dema ku operasyona Reqayê dest pê kiriye û heta niha ji 30 hezarî zêdetir sivîl hatin rizgarkirin û derbasî qadên ewle hatin kirin. Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed diya kir ji bo sivîlên ku ji destê DAIŞ’ê hatine xilaskirin di serî de DYE heta niha ji 60 welatên endamên Koalîsyonê ti destek nehatiye. Ehmed diyar kir beriya ku pêngav dest pê bike li ser vê mijarê guftûgo hatiye kirin û plana wê jî hatiye girêdan.

Pêngava Xezeba Firatê bi hemû dijwariya xwe didome. Şervanên QSD’ê dema ku jîgehên di dest DAIŞ’ê de rizgar dike, hewl dide ku sivîlan jî bigihîne qadên ewle. Di du rojên dawî de ji 10 hezarî zêdetir mirov ji zilma DAIŞ’ê hatin xilaskirin. Lê her ku hijmar zêde dibe kêşeyên giran ên mirovî jî rû didin. Bi hezaran mirov hê jî ji bo ku ji navenda Reqa, gundên derdorê, Meskên derbasî qadên ewle yên QSD’ê bibin di rê de ne. Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.

 

 

JI 70 HEZAR KESÎ DERBAS BÛ

Ehmed diyar kir li kampa Kerema 30 hezar mirov, li kampya Eyn Îsa jî 30 hezar mirov dimînin, di du rojên dawî de ij Tebq, Req û Meskenê ji 10 hezaran zêdetir mirov di ser gundê Ci El Şehrê derbasî Eyn Îsa bûye, bi deh hezaran mirov jî ji bo ku bigihin qadên ewle yên QSD’ê bi rê de ne. Ehmed diyar kir her ku ew nêzî navenda bajêr dibin hijmara penaberan zêdetir dibe.

Ehmed diyar kir di mijara penaberan de wan bi DYE’yê re nîqaş kirine, her ku operasyona navenda bajêr nêz dibe pêla goçê wê mezin bibe, ji bo haziriyên kampê plansazî kirine û got: ‘’Li gel ku nîqaş û plan hatine kirin jî di pratîkê de ti gav nehatine avêtin’’ û got li gel DYE’yê 130 saziyên alîkariyê yên navnetewî li herêmên QSD’ê ne lê yek ji van saziyan berpirsyariya xwe bi cih neanîye û got, ‘’Heta niha saziyên ku ti alîkarî nekirine çi dikin?’’

DIVÊ REFLEKSA MIROVÎ WERE NÎŞANDAN

Ehmed diyar kir ji bo mirovên ku malên xwe, gundên xwe, welatê xwe berdidin û neçar dibin divê alîkarî were kirin û got, ew li bendê ne ku refleksa însanî ji bo jinên bê parastin, ji bo zarok û yixtiyaran û mirovên li ber mirinê were nîşandan.

 

 

TRAJEDÎ TÊNE JIYÎN

Ehmed got heta niha bi derfetên xwe wan hewl dane ku mirovan li kapma bi cih û war bikin, ji ber sedema bêderfetiyan trajedî têne jiyîn û got: ‘’Ji ber bêderfetiyan li kampa Eyn Îsa konek dişewite, jinek û du zarok dimijin. Ev rewşeke giran a însanî ye. Di vê kampa me de kêşeyê mezin ên cihê paqijiyê, ava vexwarinê û xwarinê hene. Ne lihêf hene û ne jî kon.’’

NE TENÊ HÊLA LEŞKERÎ

Ehmed diyar kir di nav Koalîsyona Dijî DAIŞ’ê de nêzî 60 welatî hene, pêngava rizgarkirina Reqa bi hevkariya QSD’ê û Koalîsyonê dimeşe û got: ‘’ Pêngav ne tenê leşkerî ye. Li gel vê jî hêlên vê yên îsanî û civakî jî hene. Niha di hêla leşkerî de destek hene lê di hêla rizgarkirina sivîlan de, di parastina wan, di hêla civakî, sosyal, ekonomîk de destek nîn e. Em niha gel ji dest çeteyan rizgar dikin, lê çima alîkariyek nayê dayin heta ku ew biçine xaka, mala xwe cihek ji wan re were çêkirin? Di şer de jixwe mala hinan xira dibe. Ên ku malên wan xira dibin, têne talankirin dikevin çolan û têne qadên ewle. Heta ku dîsa malên wan werin avakirin û li welatên xwe vegerin, heke em nikaribin qurtek av, pariyek nan bidine wan, me çima ew azad kirin.?’’

BI LIEZGÎNÎ DIVÊ TIŞTIN WERIN KIRIN

Ehmed diyar kir di mijara sivîlên ku hatine azadkirin û penaberan de di serî de DYE, welatên Koalîsyonê ew rexneyên li saziyên alîkariya mirovî dikin ji bo bêdengmayina wan a di vê mijarê de û got: ‘’Di vê mijarê de divê bi lezgînî tiştek were kirin. Divê bi lezgînî deriyekî alîkariyê were vekirin. Mirov bi rojan tî, birçî, li çolan dimeşin û tên. Bi rengekî birçî û tî, şepirze têne cem hêzên me. Hêzên me xwarin, ava xwe didine wan. Lê têrê nake. Ji ber ku di 3 rojên dawî de nêzî 10 hezar mirov hatine.

ME RIZGAR KIR LÊ EM XWEDÎ JÎ DERKEVIN

Ev mirov konekî dixwazin ku tê de bistirin, lihêvekê dixwazin, pariyek nan, qurtek av. Dubare dikim; divê bi lezgînî tiştin werin kirin. Ev gel ji komkujiyeke mezin têne xilaskirin. Em xilas dikin lê xwedî jî derkevin. Xwedîderketin peywira me hemûyan e.’’