Mozan jî zêde hinguv çêkirin!

Tevdîra mayina li mal bi kêrî heywanan hat. Li Cenevreyê ji ber gelek faktoran hilberîna hinguv a mozan jî zêde bû.

Gefeke mezin li ser mêşên hinguv heye. Herî zêde jî dermanên kêzikan, parazît û qirêjiya hewayê bandorê li wan dike.

Li kantona Cenevreyê hilberîna hinguv zêde dibe. Mêşvanê bi navê Stephanîe Vûadens ji medyaya RTS’ê re axivî û diyar kir ku hinguvê sala 2020’an xwedî taybetmendiyeke cihê ye.

Vûadens li Cenevreyê sala borî 500 kîlo hinguv hilberandiye. Li gorî fikra wî ew ê îsal bi tonan hinguv rake. Vûadends diyar dike ku sekinandin û kêmbûna trafîkê bandoreke erênî li ser mêşan dike.

Mêşvanê bi navê Pîerre Stephan ji kanala France-3’ê re axivî û got ku “Îsal hinguvê mêşên min gelekî zêde ne.” Li gorî Stephan arambûna dinyayê dibe sedem ku mêş zêde hinguv hilberînin û ji ber ku mirov li malê dimînin mozên hinguv bi hêsanî li ser kulîlkan datîne.