Morga nexweşxaneyê ji bo cenazeyên leşkeran li gel hatiye qedexekirin

Hate hînbûn ku cenazeyên bi dehan leşkerên di 23'ê Kanûnê de li Xakurkê û Metînayê hatin kuştin, anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Tê gotin, cenazeyên mirovên herêmê bi zorê ji morga nexweşxaneyê hatine derxistin û morg hatiye qedexekirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, gelek cenaze anîn morga nexweşxaneyê, cenazeyên ku şêniyên herêmê ji bo şuştinê anîn morga nexweşxaneyê bi zorê ji morga nexweşxaneyê hatine derxistin û cenaze bêyî ku bêne şuştin neçar mane bibin.

Mirovekî şahidê bûyerê got, "Rayedarên nexweşxaneyê hatin û gotin, 'Biryara walîtiyê ye, cenazeyan ji vir bibin. Jİ ber ku wê cenazeyên leşkeran bên'. Mirov neçar man ku bêyî cenazeyên xwe bişon ji nexweşxaneyê bibin. Armanca wan ew e ku cenazeyên leşkeran ji gel veşêrin. Ji ber vê yekê qedexe kirin ku kes nekevin morgê û li morgê cenazeyên xwe neşon. Ev biryar ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve hatiye wergirtin. Bi rojane nahêlin kes xwe nêzî morgê bikin. Li gorî agahiyên gihîştin me gelek cenaze anîn morgê, li wir têne hiştin."