MLKP/Kurdistan: Agirê Newrozê wê rêya me ronî bike!

MLKP/Kurdistan Newroz pîroz kir, ji bo ku tecrîd bi dawî bie û zilma dewleta Tirk biqede bang kir ku agirê Newrozê were pêxistin.

MLKP/Kurdistanê peyama pîrozbahiyê ji bo Newrozê weşand.

MLKP/Kurdistanê şehîdên Newrozê bi bîr anî, Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedêrên greva birçîbûna pîroz kir û got, ''Ji bo ku em tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin, bi rêberiya agirê Newrozê, em vîna xwe ya şoreşa yekbûyî mezin dikin, li çar aliyên cîhanê, kuçeyan û meydanan tije dikin.''

Di peyamê de wiha hate gotin:

''Van rojan ku dîroka rûmetê û têkoşîna azadiyê tê nivîsîn, li dijî zilma tecrîdê ya li ser Abdullah Ocalan, ji bo serfiraziya berxwedana mezin a grevê birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven;

Ji bo ku êrîşên dîktatoriya Erdogan ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê werin pûçkirin, ji bo ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pergala zilmê were hilweşandin;

Ji bo ku jin, ciwan, derdorên civakî yên çewisandî ji zilma dewletên emperyalîst-kapîtalîst werin rizgarkirin; agirên Newrozê bila rêya me ronî bike!''