MLKP: Hevrê Roza Rênas nemire!
MLKP, têkildarî şervana xwe Roza Rênas a jiyana xwe ji dest daye, daxuyaniyek da û got: “Em ê mêtingeriyê parçe bikin, sîstema kapitalîst û serweriya mêr hilweşînin.”
MLKP, têkildarî şervana xwe Roza Rênas a jiyana xwe ji dest daye, daxuyaniyek da û got: “Em ê mêtingeriyê parçe bikin, sîstema kapitalîst û serweriya mêr hilweşînin.”
Fermandariya Akademiya MLKP’ê ya Huseyîn Demîcîgolû, têkildarî şervana xwe Roza Rênas (Medîne Ozmen) îro daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Hevrêya me Roza Rênas (Medîne Ozmen) a endamê Partiya me ya Rêxistina Jinê ya Komînîst (KKO) û Rêxistina Ciwanên Komînîst (KGO) yê di 20’ê Adara 2017’an de di dema amadekariyên şerê şoreşgerî de gihişte şehadetê. Şervana xwe ya 21 salî ya ji Amedê roja beriya Newrozê li cihekî dîrokî ber bi dawîtiyê ve oxir kir.
Li ser xaka azad ku ji bo hêzekî hê baştir a şer ava bikin hevrêya me şehîd ket. Ew ji bo amadekariyên şoreşkî nû û hê baştir ava bike wek şoreşgerekî jin a ciwan a Komînîst xwe kir qûrbanî doza xwe. Weke Sarayan, Îvanan, Berçeman, Ekînan, Arjînan, Raperînan; li dijî mêtîngerî, faşîzmim û sîstema kapitalîzmê û serweriya mêr şer kirin bû yek ji şervanên nemir ên û şopa rêçên bi sedan hevrêyên me yên jin-mêr de meşiyan, nefesa ku wan hildan, wan jî di bedena xwe de hîs kir, ji wan hêz girtin û dîroka şoreşa xwe ava kirin.
Roza li ser vê erdnîgariya azad bi nîşandan sê nasnameyan rol lîst. Hê di temenê biçûk de bi zilm û mêtîngeriya cudkarî, zayandperestî û netewyî naskir. Li dijî faşîzim û sîstema serweriya mêr her roja ku derbas bû hêrsa wê bi taybet piştî qetilkirina 33 hevrêyên me, hema piştî qetlîama çeteyên AKP’ê û DAIŞ’ê û şûnde kete nava lêgerînekî hesapirsînê ya zanîstî. Li ser biryara MLKP-KGO’yê li ser navê GKO bi dildarî derbasî qadên azad bû. Bang li jinên ciwan û mêran kir ku di refên pêş ên şer de cih bigire. Di eniya leşkerî- siyasî ya partiya me de weke rêveber jî cih girt. Ji bo şoreşa Rojava biparêze derbasî xakên şoreşê bûn. Li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kir. Li her cihê lê û her erka ku girt ser milê xwe bi hevaltiya komînîst û şoreşgera kêfxweş xwe dida pêş. Weke neferê çerxa fedaî ya şoreşê ji bo me bîranîn, hêvî, hesret û kenê xwe hêlan û bûn nemir. Bicihanîna hêviyê wan, ji bo kenê Rozayan bikin kenê gel deynê li ser stûyê me ye. Soza me ji bo şehîdên me; em ê ala sor li ser bircên faşîzmê hilbidin, mêtîngeriyê parçe bikin, sîstema kapitalîst û serweriya mêr hilweşînin.”